Ma Homeros jî ji
İlyada re negotibû: ’’De bêje?’’ Di çanda Kurd de ’’dengbêj’’ tenê bi serê xwe
ew kesên ku klam û stranan dibêjin nînin, aferîndêrên gotaranin jî; him
diafirînin him jî dibêjin. Darizînerên deng û gotinanin. Bi taybetîyê xwe yê
kurdewarî di cîhanê de yek mînakek ji wêjeya zargotinê ne. Di dîroka mirovahîyê
de mohra xwe li formasyona civakî ango li feodalîte’yê xistine û rûmetek
rêzdarane ji serdemê ne.
Dengbêjên kurd ên
klasîk di heman demê de gotyarên dasîtananin jî. Ên ku van dasîtana gihandine
roja îroyîn jî ewin. Ji vana Sîyabendê Silîvî, Kerr û Kulik, Memê Alan û her
wekî din mînakên baldar in.
Her çiqas min digot
bi dilovanîya Reso û Huseyno’yê Mûş’ê û Şakiro’yê Qereyazî’yê, kevneşopîya
dengbêjîyê êdî qedyayîbejî, lê bi xebata belgewara li ser ’’Evdalê Zeynikê’’
derxist holê ku ev kevneşopî bi nûnerên xwe yên herî dawîn ve hîn jî rikane
berxwedide. Bi hevnasîya Zahiro’yê Mûş’ê, Bekirê Îdir’ê (Bekirê Sor) û Evdilganîyê
Qereyazî’yê ve ez bi xemgînî li xwe mikur hatim ku em hîn jî li rûmetên xwe
xwedî dernakevin. Û ew jî ji me re mîna ku dibêjin; ev hewldana me hetanê
wêjeya kurd bi nivîskî di çarçoveya fermîyetê de neyê pejirandin wê ji hêla me
de bi rikane berdewam be!.
Di jîyana hemû
neteweyan de wêjeya devkî piştî wêjeya nivîskî jî weyna xwe li civatê heye. Bi
derketina nivîsê re tûrikê xwe hilnade û naçe, dîsa jî çand û rûmetên civatê bi
van taybetîyên xwe ve xwe li ber jenerasyonên nû ve dikişîne û didomîne. Dema
ku civak warê ragihandin, perwerde û hîndekariyê de pêşketî dibe hêdî, hêdî ji
jîyana civatê dikişe û diqede. Kevneşopîya wêjeya devkî li hemberê teknolojîya ragihandinê
lawaze, nikare xwe biparêze, lewre barkêşên dengbêjîya dawîn jî dîsa ji ber ku hejarin,
bê debarin her yek koçberê metropolên rojava bûne. Zahiroyê Mûşê di sala 1950
de li bajarê Mûşê, gundê pîranê ku girêdayî navçeya Kopê ji dayîk bûye. Ev
şanzdeh sale li Aydin’ê ye, jîyana wî bi dengbêjîya awazên Serhedîyan derbas
dibe, bavê heft law û sê keçikane û bi qasê ku kesayetiya xwe bi rûmet
bidomînin li ser nigê xwe ne. Evdilganîyê Qereyazîyê jî di 1955’an de li gundê
Beyro ji dayîk bûye ew jî li ber bayê Stenbolê ketiye. Bekirê Îdirê 1945 an de
li gundê Alûtê girêdayî bajarê Îdirê ji dayîk bûye. Hetanê niha jîyana wî li
wir derbas bûye. Bi awazê Serhedîyan dengbêjîyek hêja bikar tîne. Bavê sê keçik
û du gedane.
Bi hatina Bekirê Sor
û ji Erîvan’ê Mîrê Bilûrê Apê Egît ’’Egîdê Cimo’’ ve Gundê Kosa di dîrokê de
rastê bextewarîyek wek weha nehatibû. Sazbendê kurd ê yekem, xortê 76 salî bi
mey fîq û bilûra xwe li pey dengbêjên eyan çi jin, çi mêr sekinîye û navê xwe
li ser dergeha sazbendîya kurdî bi tîpên zêrîn nivîsandîye. Sazbendê
profesyonel bi pênc amûrên mûsîkî ve hunera xwe bi cîh tîne û li gel dengbêjên
navdar wek Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Sosika Simo, Efoyê Esed, Zadîna Şakir,
Egîdê Tacîr, Aslîka Qadîr Mihimedê Mûsa, Kubara Xido û Gulîzera Etar re
xebitîye. Li pêşîya koşka Fesîhê Mirad ku 40 sal berê Şakiroyê Bedîh têde kilam
digot û min bixwe jî ji wan re xizmet dikir, 20’ê Hezîrana 2009 an de resîtala
(şano) bi balaban û bilûra Egîdê Cimo, awazên şewat ê Zahiroyê Mûşê ve tedigo
qey Şakiro li me temaşe dikir. Ji ber ku vê şadîyê bi me da jîyan kirin ez spasdarê
Bulentim.
Ji Zahiroyê Mûş’ê:
Birîna kalbûn,
pîrbûnê gelek kûr e
Mirov ji şênahî û
civata dûr e
Rêya ku here pê de
çiqas rastbe,
Ji wî wetrê;
Çal e
Newal e
Sûr e.
Menzîla ku here tê de
çiqas nêzîk be,
Ji wî re;
Gelek dûr e.
Ey xortê delalî
Tu wisa kêf bike alî,
alî
Tu destê xwe nevêje wî
kalî
Emrê te bibe bîst
salî
Tuyê bizewicî bînî
qîzek çarde salî.
Tuyê bibî malxêr, ewê
bibe ber malê
Tu ew çax ji xortanya
xwe re dinalî
Tu serê xwe didî her
kendalî
Lê emrê dirêj li
pêşîya te be
Tu jî rojek dikevî wî
halî.
Emrê te bû sîh
Te defê spî di rûyê
xwe de dî
Te ax kir ez bûme kî
Emr bû çil agir kete
nava min
Dişewitîne ceger û
dil
Dil tijî bûye derd û
kul
Emr ji çil û pênca
rawestî
Xortaniyê xatir ji
kalbûnê xwestî.
Emr pêncî dibîne
Di çavan de ronî
namîne
Nivîsa dûr negre
Nikare bixwîne
Nêzîk tîne
Cot dibîne.
Emr bû pêncî û pênc
salî
Her kes dizane tu êdî
kalî
Tu maye bê dost û bê
hevalî
Nexwazim jinik lê
bimre
Dixine nava çar
dîwara
Li rastê dizvirî
dinalî
Li çepê dizvirî
dinalî
Kesek derî lê venake
Napirse li halê vî
kalî
Ax dike yarebî tu
ruhê min bistînî
Min xelaskî ji vî
halî.
Emr şêst tijî kir
Serî bûye mîna çîyayê
Melatorî
Porê reş winda bû ser
spî kir
Emr heftê dibîne êja
guh kerr dibe, çav nabîne
Rebeno pirî titûn
kişandîye halê wî tunîne
Êja bûka bêesl ji
derî de tê dibê rebî ruhê te bistîne
Lawê wî jî dibîne qet
xema wî nîne.
Emr bû heştê
Mebesta ku li pey bû
negihîştê
Pêşîya kalbûnê
hevraze
Newêre tasek av ji
kesî bixwaze
Ku dixwaze lê dikin
minet û naze.
Emrê pir mezin sed
salî
Qey di vê malêde qet
kar nekire vî kalî
Tuyê çi bikî ji emrê
hezar salî.
Ji Apê Bekirê Îdirê
(Bekirê Sor):
Heta çilî ez nezanbûm
Heta pêncî teze
canbûm
Êja şêstî çima ez
kalbûm
Ez heta heftê
stûxahrbûm
Heta heştê tar û mar
bûm
Heta nodî bê heval
bûm
Hey dinyayê hey
dewranê
Her çi me dîtin hemû
kanê
Her çi çûne êdî naynê
Gelek gunda de
dibêjin em sofî ne
Karê wana hemû
nerindî ne
Temenê wana heftê,
heştê dîtine
Şewla çavê wan kêm
bûne
Qidûmê çokê wan
şikestîne
Eva dinya derewîne
Evana jinûve poşman
bûne
Felek tu kesî re heta
serî nadomîne
Hey dinyayê hey
dewranê
Ê me dîtin hemû kanê
Her çi çûne êdî naynê
Eva dinya çiqas zor e
Însanên niha gelek
kor e
Felek tê yekî dibe
dor bi dor e
Evê vî kilamê dibêje
Ew dengbêj Bekirê Sor
e.
Ji Evdilganîyê
Qereyazîyê:
Gulê dêranê
Ez digerim li
Kurdistanê
Xem, xewn û xeyalê
min her tim Kerkûk e
Rêva çûm kewa min a
gozel tu dibê qey melek e
Bila kula xwedê
têkeve mala fesad û şeytanê mal di gund de
Nehîştin kewa gozel
li kêleka min rûnê mijûl be û têr qiseke.
05.07.2009
Haydar
GÜNDÜZ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder