7 Aralık 2013 Cumartesi

AŞTÎ(NE)XWAZİM (2)



Belê,piştî 12’ê İlon’ê li Tirkiyê û Kurdistanê bi pergala faşîst ve civak jî mîlîtarîze dibe, çimkî perwerdeyî ya heyî bixwe û xwe ferasetek weha di afirîne. Pêla faşîzmê hemû çepgir, pêşverû û hêzên welatparêz di zîndanan re derbas dike û dipelçiqîne. Stem kirin û zorbazîya bê sînor li Kurdistanê bi mêtingehiya hov ve jîvanî dibe, bi sed hezaran kes di van çerxên heywanî re hatin derbas kirin û ev çerx hîn jî didome, di girtîgehên Amed’ê de girtîyên Kurdistanî destanên  berxwedana nivîsandin û di dilê gelên xwe de bûn dîrok. Ew kesên ku êş dîtin, seqet man û mirin wê bi rêzdarî bên bibîranîn. Kurdistanîyên ji van hovitîyan filitîn jî tevlî refên PKK bûn.
Gerdûna durû her çiqas li gorî formatên xwe yê navneteweyî hebin jî lê li hemberê van pîvanên dijî mirovahî û kirêtên dewletên herêmê ne didîtin û heta bi wan re li pey berjewendiyên xwe yên bê exlaqî de diçûn. Sereke Lozan û hemû peymanên xwe yên bi dewletên mêtingeh ê herêmê re hevparin ku vê qetlîemê li ser gelê kurd dimeşînin. Serî de Yekitîya Ewropa ji van qirêjiyan berpirsîyar e. Roj wê were van hesaban wê bên dîtin. Kî 5.000 Kurd qetl kir?, kî çekên kîmyevî frotîn Seddam?. Tev berpirsîyarin…
Konsepta 92’yan de dewlet stem kirin û zorbazîya ku li ser gelê Kurd dimeşîne di asta herî bilind de ye. Her çi bêhna kurdayetiyê jê bê ji aliyê rayedaran ve tawanbarî potansîyel e. Di wê demê de  navçeyên başûrî ên Erziromê ku bi eslê xwe Kurdin tevahî di binê ço re derbas dibûn. Her weha ez jî di wê badîrê re derbas bûm, bi qomployek di çarçoveya tekoşîna li dijî terorê de min girtin û di hucreya yek m2 yê de 15 roj êşkence kirin. Ji mirinê bêtir tirs, tirsa êşkenceyê ye û ew jî qewimî. Roja hefta ye, sersala 94’e şev nîvê şevê barûya şaneya min vebû ji ber şewqa ampûlê nikarim çavêm xwe vekim, ez dibêjim dîsa min dibin beşa, lê dengek li ser min ket;
-Sersala te pîroz be Haydar
Min çavên xwe vekir mêze kir ev serkarê Ewleyî yê bajêr Natik Canca’ye ku ez ji çapemeniya herêmî nas dikim ew û tevî sê cîgirê xwe ne û destê xwe dirêjî min Kirî ye.
-Sersala te jî Natik beg
-Mêzekin, mêzekin navê min jî dizane!
-Belê ez we nas dikim Natik beg, hûn serkarê ewleyî yê bajarê me ne.
-Em vî welatê bi tu kesî nadabeşandin, kesên serî hilde wê bipelçiqin.
-Belê Natik beg… Û barû ser min de hate girtin.
Cîgirê Natik jî destên xwe dirêjî min kirin lê min qet li xwe danenî û destên wan li hewa man.

Roja nehan ji ber beşên ku ez lê derbas bûme her derê min birînin, êdî dest pê kirine min derman dikin. Dîsa barûya min vebû çavên min girê dan û ji şaneyê hilgirtin birin li cihek dane rûniştandin. Dengek li guhê min ket;
-Haydar bendê çavên xwe veke.
-Na ez venakim.
-Çima
-Ez naxwazim we bibînim.
Destek ew amûrê ku li ber çavên min lê da û hilda.
Min nihêrî ez li odeyekim, odeyek fireh û mirovek ber min li pîyaye, sê mirov her yekî li maseyek rûniştî, kaxiz û qelemên wan li pêş, serê wan di ber wan de ne. Fehm dikim ku saloxgerin. Ji min re çayek xwestin. Halê min ne tu hale… Çaya xwe vedixwim, ew çar rojên ewil tu xwarin û vexwarin ne da bûn min. Ew dewarê kêleka min li pê ye ji min pirsî;
-Haydar hûn çi dixwazin?
Rojê du sê beş (hilawistok, kehre sê gustîlan ve, feleqe û her cûreyên din) lêdanan de mejû û bedena min li hemberî hev di şer de bûn, Dawî yê de mejûyê min serkeftî ye. Ez bûme wek pola…
-Ez zimanê xwe dixwazim, bi çanda xwe dıxwazım jîyankim.
Ez dipirsim;
-Hûn rojnameya dixwînin?, TV an temaşe dikin?
-Erê.
-Demirel serokwezîre, (Koalîsyona DYP û SHP desthilatdar e) li Dîyarbekrê got ‘Ez realîta Kurd  dipejirînim’.
-Erê.
-Înonî cîgirê Demirel e, ewî jî li wê derê go ‘Li welatek çiqas zêde ziman bên qisedan çanda wî welatê ew qas dewlemend dibe’.
-Erê.
-Hûn Fedon nas dikin? Fedon’ê bi eslê xwe Rûm e lê hemwelatîyê TC yê ye hunermende, hem Rûmî û hem jî Tirkî  muzîka pop bi cîh tîne. Dema ez li Stenbolê bûm (salên 76-79) wî li Çakil’a Yenîkapi û Maksîm’a Taksîm’ê de bi her du zimanan ve  pop bi cîh dianî û min bixwe jî wî temaşe kirî ye. Ji ber taybetmendiyê xwe yên gerdûnî muzîk xweşe û tê guhdarî kirin. Min Fedon TV ya dewlet’ê TRT 1 ê de strana bi Rûmî dibêje jî temaşe kirîye û qet qiyamet jî ra nedibû.
-Erê.
-Hûn Îbo nas dikin? Îbrahîm Tatlises bawerkim bi eslê xwe Kurd e. Lê Starek namdar e. Arabeskî ye. Diçe ku derê erd dihejîne. Min bixwe kasetên wî Yên bi Kurdî guhdarî kiriye.
-Erê.
-Îbo, TRT 1 jî na, TRT GAP’ê de bi Kurdî strana Kirîbê bêje, ma wê qiyamet ê ra be?!

-Erê. Berê bi zimanê dayikê perwerde, paşê TV, paşê jî serxwebûn.
Pîne kişandin ser çavên min, bi çêran ve dîsa min lep a lep avêtin şane ya min a yek m2’yî.

2008 jî qedya hîn şer berdewam e. Gelê Kurd tekoşîna azadî yê de bi destkeftîyên xwe ve wê ji her demê xurtir berxwe bide û Zerdeştwarî têbikoşe. Pêwîste hemû kes û sazî li hemberê van kolonyalîstên har û stemkiriya faşîstên hov bê deng nemînin, ji bo dahatiyek azad û aştîyane bê afirandin ev bar li  ser milê me aştîxwaz’a ne. Her çi diqewime bila biqewime dîsa AŞTÎXWAZIM. Kevneşopîya bav û kalên xwe de me wer dîtiye. Em bixwe û destkeftîyên xwe bi gumanin, Serkeftina bi hêza xweyî her çiqas zor û dijwar be jî lê rewneqdar e.

ŞKEFTA ÊXO



Ferman fermana Ermenan e; divê tev bên qirkirin!... Ji vê jenosîdê du çîrok mejûyê min de tim û tim hatiye rêş kirin: Yek ‘’Şkefta Êxo’’ li çîyayê elemdaxa Qereyazî’yê, du ‘’Gamêşê Bizirkirî’’ ev karesat jî li gundek Tatosa Erziromê qewimî ne. Ez hindek liser bûyera ‘’Gamêşê Bizirkirî’’ de çûm spekulatîfî ye, ti mantiq tê de nîne! Lê ez dixwazim ji van karesatan bi kurtayî bûyera ‘’Êxo’’ bi we re parvekim:
    
Êxo bixwe zarokek Ermen deh-donzde salî ye. Ermenên ji qetlîamê difilitin direvin. Lê Êxo jiber ku bêkes û neçar e xwe dispêre malbata Silêman (Dedê). Dedê jî gundîyek Kurd ji gundê qûntara çîyayê Elemdaxê ye serî de vê xwesipartinê diecibîne.
Piştî demek şûn de fermanên Dewleta Osmanî liser fermana ne. ‘’Li kuderê Ermen bê dîtin ew kesên ku wan spartibe jî tev de wê bêne şewitandin.’’   
Dedê jiber fermanên liser fermana bêtir di nav tirs û fikaran de ye. Divê Êxo ji holê bê rakirin! Welhasil ji bo tune kirina Êxo bibîryar e. Û bi hêncetek Êxo ji gund derdixe. Dema ku tên ber devê şkeftek, Êxo sehî dike ku ewê wî bikuje, li Dedo vedigere û dibêje:
Dedê ez dizanim tûyê min bikuji!
Destûr bide ez du rikat nimêj bikim paşê min bikuje!
Êxo hîn liser nimêjê ye bi derbek gulle tê kuştin. Ew du rikat nimêj jî wî xelas nake.
Liser kuştina Êxo 96 sal derbas bû hîn jî  ew şkeft binavê ‘’Şikefta Êxo’’ tê binavkirin. Min vê çîrokê ji wê herêmê ew kesê ku hestiyê Êxo di şkeftê de dîtiye guhdarî kir û hîn jî li jiyanê ye.
   
Dema Osmanîyan de ew kesên ne misilmanin bi maneyek kêmanî de dihatin dîtin û ji wana re ‘’fileh’’ digotin. Wek Asûrî û Suryanîyan, Ermen jî Fileh bûn. Hûn jî baş dizanin çawa ku demê de bi piranî Kurd û Tirk misilmanin ew jî hristiyan bûn. Lê jiber cûdabûna baweriyan di nav misilmantîya Kurd de hristiyantî, meyanen bi navê filehtî dihate hejmtin. Kurd, Ermen, Asûrî û Suryanî; her çiqas di warê nasname û baweriyande jihev cûdabin jî lê çarçoveya xweşbînî de ji heq û hiqûqên hev re rêzdar bûn. Di dorhêla pirçanditî, çarenûsek hevpar de bihevre girêdayî dijîyan û cîranê hev bûn. Da ku ketin ber pêlê ferasetên roma reş, ferasetên frofaş. Ji van gelan ji bilî kul û keseran ti tiştek nema, ê ku li gelê Kurd rewa hatine dîtin jî tim û tim xapandin e!
Alavere, dalavere Kurd Memed nobete…
Hatine xapandin bi gef û xofan karê kirêt de hatine bikaranîn!...  
Jiber kiryarên demê qêrînên Ermenan jî pere nekir.
Kurmancno; baweriya xwe bi Dewleta Romê neynin, ya li serê me sibe li serê we ye!
Ma piştî avakirina Komarê bi devê wezîrên xwe ve lixwe mikur nehatibûn…
Me ‘la’ya têkbir dor dora ‘lo’yan e!
Sîyaset û polîtîkayên ku liser gelê Kurd tê meşandin ji bilî ferman ne ti tiştek e. Erkên xwe guhertine, îro dîsa wek duh. Niha jî dixwazin liser navê misilmantîyê me îsleh bikin!
Çima em ne misilman in?!
Her rê ceribandin lê ‘lo’ neqedyan, lê çima bibin xwedîyê statûyan, xwedîyê ziman û nasnameyan! Îro jî liser navê misilmantî Dewlet-AKP dîsa agir dibarîne. Dîsa kişand şûrê xwe Parsû Qalind! De lêxin ‘lo’yan jî biqedînin, îmana xwe xelas bikin.

‘’Filehê bi rûyekî ji Misilmanê durûyî çêtir e’’

20.08.2011

                                                                                                                              Haydar GÜNDÜZ                        

LÊGERÎNA NEMİRÎYÊ



Carînan ku ez xwe kûrahiya pirsan de berdidim, dibînim ku her pirs dixwe de hatine bersîvandin.
Pirsê, bersîvan dixwe de hewandin e. Ma hîkmet di efsûna pirsan bixwe de ne veşarî ne?
Mirin encamek jêneger e. Bawer dikim nemirîbûna Gilgamêş ne dermanê nemirîyê û nejî ji hêza wî ya bîyolojîkî bû, ev hîkmet bêguman di wan kevalên nivîskî de liser sûr’ên Ûrûk’ê veşarî bûn.    

Destana Gilgamêş di dîroka mirovahiyê de yekem berhemek nivîskî ye. Bi qasê wêjeyîbûna xwe ewqas jî çavkanîya şaristaniyên ji hev cûda ne. Belgenameya civakên Sumer û Mezopotamîyan ya herî kevnar e. Ev pelik heman deman de şewqvedana bawerî, çand û dîroka civatên demê ne jî.
Her çiqas xwemalîbûna vê çîrokê Sumerîbe jî lê versîyonên Hûrî, Babîlî, Akadî, Asûrî jî henin. Çîroka Gilgamêş bi hezar salane bandora xwe liser sîstema ramanê ya mirovahiyê niha jî heye, bi serincrakêşî û fêre girtinê xwe ve di nav mîtolojîya cîhanê de gelek navdar e.   
Çavsorî, şadî, êş û hêvîyan, bi xweda û xwedawendên xwe ve dîrokê de yekem şahê leheng Gilgamêşê nîv xweda, hin jî nayê parvekirin. Hevaltîya bi Enkîdû re ji pozbilindîyan tê şûştin û dilnizm dibe.    
Gelo çima lipey giyayê nemirîyê ketibû Gilgamêşê leheng!
Lêgerîna nemirîyê jibo nemirîbûnê bû?                                                         
Mirina Enkîdû bû yên ku wî kaşkiribû ber bi serencperestiyan!
An asêbûna wî jiber hêza nîvxwedatîya wî bû!  
Piştî ewqas serpêhatinan bidest dikeve dermanê nemirinê lê dramatîzebûna efsaneyê ve cardin jê tê girtin û ev efsûn ji marek reş re dibe pelîse û binav dibe. Ma aqûbeta dermanê Hekîmê Loqman jî dîsa ne ev bû!
Gilgamêş nabe nemir lê jiber şîretên Enlîl, li hember rewneqiya sûr û bedenên Ûrûkê ji hemû xemgîniyên xwe dibe. Vedigere li rûmetan û dibe ku efsûna nemirîyê di van berhemên hunerî de dibîne! Ji nivîsê kevalên demê jî eyane ku bi taybet esas girtina têgihên wek dad, azadî û merhemet ji rûmetên demê ne.    
Bi keval û peykerên ji berî zayînê bigrin hetanê îro, wêje û hunera cîhanê ji şaristanîya Mezopotamya û Sumerîan bi dewlemendiya vê destanê hatiye xemilandin. Bandora ola maderşahî bi xwedawendên pîrozgehan (Îştar) pir zelal e. Gilgamêş dimre lê ji mîtolojîya kevnar, bi destanek semyan û efsanewî ji mirovahiyê re dibe mîrate. Ji van mîrateyên balkêş ka çi dersik hatin girtin!... 

Carînan ku ez xwe kûrahiya pirsan de berdidim, dibînim ku her pirs dixwe de hatine bersîvandin. Pirsê, bersîvan dixwe de hewandin e. Ma hîkmet di efsûna pirsan bixwe de ne veşarî ne?
Mirin encamek jêneger e. Bawer dikim nemirîbûna Gilgamêş ne dermanê nemirîyê û nejî ji hêza wî ya bîyolojîkî bû, ev hîkmet bêguman di wan kevalên nivîskî de liser sûr’ên Ûrûk’ê veşarî bûn.

Gilgamêş yekem lehengê wêjeyê ye, ew gotinên ku bi qasê 4.000 sal berê di wan kevalan de hatine nivîsandin roja îroyîn de jî bala zanyaran rakêşandiye. Ji demê têgihên rûmetdar; hevaltî, hezkirin, xîret, rûmet, serenc, serpêhatin û her weha tirsa ji mirinê, xwestina nemirîyê tev bi baldarî hatine bikaranîn.
Piştî ewqas ketin û rabûnan Gilgamêş jî wek her mirokan, rêya nemirîyê bi pêkanîna kar û barên mayînde de dibîne. Ji ber rewneqiya sûr, beden, bîrdar û pîrozgehên Ûrûk’ê jî wer xuyaye ku bêtir giringî daye şan û navdarîya bêdawî. Wekî din fêrbûna nirxên jiyanê û jiyandina van şayanan e. Di vê rêwîtiya xwe de bi qasê vedîtinên Gilgamêş, divê em jî fêr bin û şer bikin li hember bêhêvîtiya mirin û serfirazbûnan.

GİLGAMÊŞ – KİLGAMÊŞ

Welatîyê Zagrosî û Sumerî
Gelê Kardunî û Mezopotamî…
Raste jîya ye ew, li hundirê me,
Eve çanda me, lê ew e kalê me.

Dibên; Gilgamêş mîrekî navdar e,
Li wekî gamêşa mezin hêzdar e.
Kurd û Kilgamêş bi hevre jîya ye,
Ev çîrok, herî zêde yê Kurda ye.
                       (Metîn Kewê Dilxêrî)

Ez bixwe jî dibêjim Gilgamêşê leheng Kurd bû lê hûn?

12.12.2011

                                                                                                                Haydar GÜNDÜZ