28 Kasım 2013 Perşembe

QESRA ELÎZA DE KURDEK!



Ev demek dirêje nanivîsim, carînan dixwazim biçim, hilbigrim dilê xwe hetanê ku dikarim biçim. Diçim tirba Ehmedê Xanê diwerimim, diwerimim, û diwerimim. Bêhn limin diçike difetisim xwe li cem Mem û Zînê dibînim. Dixwazim bimrim lê mirinek berhewa rewa nabînim lixwe. Dibêjim gelo berhewabû ev mirin, ew mirinên ku bixwe re hildidin evînan ji dildaran. Ka ew qewlên evqas salin bûne dîroka jan û kulan ji serhildêrî û evîndariyan. Serîde yekbûn, lê zêdebûn, bûn bi hezaran şitlên azadiyê. Niha bi milyonan in! Çima carek serê xwe ranake Ehmedê Xanê, Feqîyê Teyran ji binê axê, li Cizîra Botan, Amed û Serhedê. Çima serê xwe ranakin Celadet li Şam, Yilmaz, Ehmed û Qasimlo li Pere-Lachaise.
Qirkirin Aborjîn û Çermesoran. Serdem û navdema sedsala 20. mîn de Gelê Ermen û Cihûyan.
Lê Kurd?
Welatê agir û rojê, bi qasê qedîmiya xwe ti dem bêpar nema ji talan, zilm û zordariyan. Dergûşa şaristaniyê re dê, qada pevçûnan re tim û tim bû rê. Qedyan Aborjîn û Çermesor li Awûstralia û li Emrîkayê, dibe ku bûn xwediyê dîaspora, lobîyan Ermen û Cihû ji statubûnê wêdatir bûn xwediyê dewletan. Xwendin, bazirganiyê re mijûl bûn, dev jê bernedan ji armancên xwe û xîretan. Koçberbûn, bûn penaber li çi rûyê cîhanê bicîh bûn, çarçova hiqûqa hemwelatiyê de ew deran jixwe re welat hesibandin. Kêmfirsendî nekirin, ji firsendan îstîfade kirin û gihîştin mirazê xwe.
Lê Kurd!
Dîrokê de qasê gelên ku bi êş, elem û qetlîaman hatine nasîn ji wan gelan bêtir qetlbûne, koçber bûne. Serdema sedsala 21 an niha jî dûçarê qirkirin û polîtîkayên jenosîdî ne. Li Dîaspora Kurd de min pirsî; dibe ku em jî manenden ji mînakan bibandor bin?
Ji min re gotin Na.. çend rewşenbîrên Kurd.
Çima?
Rewşa Dîaspora Kurd liber çave, Kurd naxwînin, nexwediyê karin. Cihû zarokên xwe didan xwendin, yên ku nexwendana jî teşwîqê bazirganiyê dikirin!
Xwendin, dixwînin û xwediyê derfetanin.

Berî Newroza îsal, Qesra Serokomariya Fransî Elîza de, beşdarê panelek têmî mûsikî ji Deryasipî bûm. Bi organîzasyona Philippe Castro ku bixwe berpirsîyarê sekreterê giştî yê welatên Deryasipî bû, şev li hewşek bi panelê destpêkir. Birastî jiber avasazî, vehûna dîrokî û rewneqiya hewşên Qesrê zehf bibandorbûm. Birazîyê min ku ew bixwe ji aliyê Philippe Castro ve hatibû vexwandin ez jî herweha, bi qasê sergêriya wî têdigihîştim naveroka panelê. Ji welatên bakûrê Efrîkî, Parîsîan jî tevde gellek mûsikînas, hunermend, akademîsyen û dîplomatên têkildar beşdarê şevê bibûn.
Dema ku hunermendan beşên mûsikî yên Derya Sipî ji Endulus, çaxa navîn bigrin hetanê roja îroyîn vedigotin, Bi fîq û balabanên Egîdê Cimo û Delîl Dîlanar ve diketim nav xeyalan!   
Saw bikin ku komek muzîkjen an mûsikînasek Kurd, di nav vê rewneqiyê de resîtalek bida, muzîka me ya rengîn û bêhempa wê ji bo me biba şanazîyek. Lê mixabim em ji van rûdanên rûmetdar bêparin.

Navbenda kokteylê ji bo me pêvajoya dîyalogan bû. Philippe Castro carna ji vexwendîyan hin kesan bi me dida nasîn, ji vana yên bêtir bala min kişand hunermenda cihû Sandra Bessis bixwe Tûnûsî bû. Balkêşe; cihû li çi welatê jiyabin xwe ji wê derê dihesibînin, lê ti car xwe ji xizmeta welatê xwe jî paşda nedane.
Kurd seranser Ewropa reşyan, xwe ji ti derê nehesibandin, entegre nebûn, lobîyên xwe ava nekirin û her weha nezivirîn li welatê xwe jî. Li Ewropa jî her dewletek jixwe re ‘Kurdistanek Doşanî’ ava kirine! Kurdistana Fransî, Elman, Îtalî û her wekî din.
Her tiştî li bêstatubûnê girêdida Sandra Bessis, raste bêstatubûna Kurd e yên ku Kurdistanê dotin e. Min pirsek din ji Sandra Bessis’ê kir;
Xirecira Rojhilata Navînê de ji ber nijadparêziya Tirk, Ereb û Farisan çarenûsa me û Cihûyan bi hevre girêdayî ye…
Bi Heronên xwe hûn doza çi li me dikin?
Bersîv girnijînek bi jan bû!...

Her çiqas kûlîsên çandî û polîtîk bi xwarin û vexwarinên Elîzayê kûrtirbin jî lê dilê min ê bi êş di binê van rewneqiyande dîsa bi têkoşer û berxwedêrên welatê min re bûn. Gelê Kurd giramiyên xwe bêdira nenirxandîye, bi berdêlên giranbiha bedenên xwe ji mirinan re raxistine carek. Dîasporayê de serfinaznebûn rastîyek bi jan be jî lê bêguman emê serkevin.
Hêvîdarim şandeyên çandî û polîtîk wê nirxên xwe bizanibin.

20.04.2012

                                                                                                                                          Haydar GÜNDÜZ                                           

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder