28 Kasım 2013 Perşembe

HOMEROSÊ KURD (II)



Ma Homeros jî ji İlyada re negotibû: ’’De bêje?’’ Di çanda Kurd de ’’dengbêj’’ tenê bi serê xwe ew kesên ku klam û stranan dibêjin nînin, aferîndêrên gotaranin jî; him diafirînin him jî dibêjin. Darizînerên deng û gotinanin. Bi taybetîyê xwe yê kurdewarî di cîhanê de yek mînakek ji wêjeya zargotinê ne. Di dîroka mirovahîyê de mohra xwe li formasyona civakî ango li feodalîte’yê xistine û rûmetek rêzdarane ji serdemê ne.

Dengbêjên kurd ên klasîk di heman demê de gotyarên dasîtananin jî. Ên ku van dasîtana gihandine roja îroyîn jî ewin. Ji vana Sîyabendê Silîvî, Kerr û Kulik, Memê Alan û her wekî din mînakên baldar in.

Her çiqas min digot bi dilovanîya Reso û Huseyno’yê Mûş’ê û Şakiro’yê Qereyazî’yê, kevneşopîya dengbêjîyê êdî qedyayîbejî, lê bi xebata belgewara li ser ’’Evdalê Zeynikê’’ derxist holê ku ev kevneşopî bi nûnerên xwe yên herî dawîn ve hîn jî rikane berxwedide. Bi hevnasîya Zahiro’yê Mûş’ê, Bekirê Îdir’ê (Bekirê Sor) û Evdilganîyê Qereyazî’yê ve ez bi xemgînî li xwe mikur hatim ku em hîn jî li rûmetên xwe xwedî dernakevin. Û ew jî ji me re mîna ku dibêjin; ev hewldana me hetanê wêjeya kurd bi nivîskî di çarçoveya fermîyetê de neyê pejirandin wê ji hêla me de bi rikane berdewam be!.

Di jîyana hemû neteweyan de wêjeya devkî piştî wêjeya nivîskî jî weyna xwe li civatê heye. Bi derketina nivîsê re tûrikê xwe hilnade û naçe, dîsa jî çand û rûmetên civatê bi van taybetîyên xwe ve xwe li ber jenerasyonên nû ve dikişîne û didomîne. Dema ku civak warê ragihandin, perwerde û hîndekariyê de pêşketî dibe hêdî, hêdî ji jîyana civatê dikişe û diqede. Kevneşopîya wêjeya devkî li hemberê teknolojîya ragihandinê lawaze, nikare xwe biparêze, lewre barkêşên dengbêjîya dawîn jî dîsa ji ber ku hejarin, bê debarin her yek koçberê metropolên rojava bûne. Zahiroyê Mûşê di sala 1950 de li bajarê Mûşê, gundê pîranê ku girêdayî navçeya Kopê ji dayîk bûye. Ev şanzdeh sale li Aydin’ê ye, jîyana wî bi dengbêjîya awazên Serhedîyan derbas dibe, bavê heft law û sê keçikane û bi qasê ku kesayetiya xwe bi rûmet bidomînin li ser nigê xwe ne. Evdilganîyê Qereyazîyê jî di 1955’an de li gundê Beyro ji dayîk bûye ew jî li ber bayê Stenbolê ketiye. Bekirê Îdirê 1945 an de li gundê Alûtê girêdayî bajarê Îdirê ji dayîk bûye. Hetanê niha jîyana wî li wir derbas bûye. Bi awazê Serhedîyan dengbêjîyek hêja bikar tîne. Bavê sê keçik û du gedane.

Bi hatina Bekirê Sor û ji Erîvan’ê Mîrê Bilûrê Apê Egît ’’Egîdê Cimo’’ ve Gundê Kosa di dîrokê de rastê bextewarîyek wek weha nehatibû. Sazbendê kurd ê yekem, xortê 76 salî bi mey fîq û bilûra xwe li pey dengbêjên eyan çi jin, çi mêr sekinîye û navê xwe li ser dergeha sazbendîya kurdî bi tîpên zêrîn nivîsandîye. Sazbendê profesyonel bi pênc amûrên mûsîkî ve hunera xwe bi cîh tîne û li gel dengbêjên navdar wek Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Sosika Simo, Efoyê Esed, Zadîna Şakir, Egîdê Tacîr, Aslîka Qadîr Mihimedê Mûsa, Kubara Xido û Gulîzera Etar re xebitîye. Li pêşîya koşka Fesîhê Mirad ku 40 sal berê Şakiroyê Bedîh têde kilam digot û min bixwe jî ji wan re xizmet dikir, 20’ê Hezîrana 2009 an de resîtala (şano) bi balaban û bilûra Egîdê Cimo, awazên şewat ê Zahiroyê Mûşê ve tedigo qey Şakiro li me temaşe dikir. Ji ber ku vê şadîyê bi me da jîyan kirin ez spasdarê Bulentim. 

Ji Zahiroyê Mûş’ê:

Birîna kalbûn, pîrbûnê gelek kûr e
Mirov ji şênahî û civata dûr e
Rêya ku here pê de çiqas rastbe,
Ji wî wetrê;
Çal e
Newal e
Sûr e.
Menzîla ku here tê de çiqas nêzîk be,
Ji wî re;
Gelek dûr e.
Ey xortê delalî
Tu wisa kêf bike alî, alî
Tu destê xwe nevêje wî kalî
Emrê te bibe bîst salî
Tuyê bizewicî bînî qîzek çarde salî.
Tuyê bibî malxêr, ewê bibe ber malê
Tu ew çax ji xortanya xwe re dinalî
Tu serê xwe didî her kendalî
Lê emrê dirêj li pêşîya te be
Tu jî rojek dikevî wî halî.
Emrê te bû sîh
Te defê spî di rûyê xwe de dî
Te ax kir ez bûme kî
Emr bû çil agir kete nava min
Dişewitîne ceger û dil
Dil tijî bûye derd û kul
Emr ji çil û pênca rawestî
Xortaniyê xatir ji kalbûnê xwestî.
Emr pêncî dibîne
Di çavan de ronî namîne
Nivîsa dûr negre
Nikare bixwîne
Nêzîk tîne            
Cot dibîne.
Emr bû pêncî û pênc salî
Her kes dizane tu êdî kalî
Tu maye bê dost û bê hevalî
Nexwazim jinik lê bimre
Dixine nava çar dîwara
Li rastê dizvirî dinalî
Li çepê dizvirî dinalî
Kesek derî lê venake
Napirse li halê vî kalî
Ax dike yarebî tu ruhê min bistînî
Min xelaskî ji vî halî.
Emr şêst tijî kir
Serî bûye mîna çîyayê Melatorî
Porê reş winda bû ser spî kir
Emr heftê dibîne êja guh kerr dibe, çav nabîne
Rebeno pirî titûn kişandîye halê wî tunîne
Êja bûka bêesl ji derî de tê dibê rebî ruhê te bistîne
Lawê wî jî dibîne qet xema wî nîne.
Emr bû heştê
Mebesta ku li pey bû negihîştê
Pêşîya kalbûnê hevraze
Newêre tasek av ji kesî bixwaze
Ku dixwaze lê dikin minet û naze.
Emrê pir mezin sed salî
Qey di vê malêde qet kar nekire vî kalî
Tuyê çi bikî ji emrê hezar salî.

Ji Apê Bekirê Îdirê (Bekirê Sor):

Heta çilî ez nezanbûm
Heta pêncî teze canbûm
Êja şêstî çima ez kalbûm
Ez heta heftê stûxahrbûm
Heta heştê tar û mar bûm
Heta nodî bê heval bûm
Hey dinyayê hey dewranê
Her çi me dîtin hemû kanê
Her çi çûne êdî naynê

Gelek gunda de dibêjin em sofî ne
Karê wana hemû nerindî ne
Temenê wana heftê, heştê dîtine
Şewla çavê wan kêm bûne
Qidûmê çokê wan şikestîne
Eva dinya derewîne
Evana jinûve poşman bûne
Felek tu kesî re heta serî nadomîne
Hey dinyayê hey dewranê
Ê me dîtin hemû kanê
Her çi çûne êdî naynê

Eva dinya çiqas zor e
Însanên niha gelek kor e
Felek tê yekî dibe dor bi dor e
Evê vî kilamê dibêje
Ew dengbêj Bekirê Sor e.

Ji Evdilganîyê Qereyazîyê:

Gulê dêranê
Ez digerim li Kurdistanê
Xem, xewn û xeyalê min her tim Kerkûk e
Rêva çûm kewa min a gozel tu dibê qey melek e
Bila kula xwedê têkeve mala fesad û şeytanê mal di gund de
Nehîştin kewa gozel li kêleka min rûnê mijûl be û têr qiseke.
05.07.2009
                                                                                              Haydar GÜNDÜZ

   

HOMEROSÊ KURD (I)



xistîye Homeros’ê navdar e. Ji berê zayînê hetanê îro hîn jî bi nav û Hozanê grekîyan ê antîk, dîroka mirovahîyê de ew kesê ku mohra xwe li wêjeya cîhanê deng e. Homeros’ê ku Nûnerê wêjeya kilasîk a cîhanê ye, her weha di dilê gelê xwe de jî xwedîyê rûmetek rêzdare. Şahesera wêjeya kilasîk, dasîtana ‘İlyada û Odysseia’ berhemek ji aferîndêrîya wî ye. Ev çend hezar sale nehatiye jibîrkirin û di wêjeya kilasîk a cîhanê de wê her dem bi rêzdarane bê bîranîn.  

Victor Hugo ji bo Fransîyan, William Shakespeare ji bo Îngilîzan tê çi wateyê, Homeros jî ji bo Grekîyan ew e. Van rûmetana bi qasê ku di dilê gelên xwe de bi cîh û warin, bi berhemên xwe ji wêjeya cîhanê re jî xwedîyê rûmetên rêzdarin. Ji ber vê yekê di jîyana gelan de xwedî lê derketina li rûmetan weyna xwe bi giringî heye. Jixwe ew gelên ku li rûmetên xwe xwedî derketine di warê çand û hunerê de pêşketî ne. Dijberîtî paşdemayîn e. Jana gelê kurd di vê warê de bê parbûn e.

Em çima weha ji hemû rûmetan bêparin, ma qey em qet nexwedîyê rûmetanin? Ji ber ku ‘‘Evdalê Zeynikê’’ wek Homeros’ê Kurd tê nasîn ez rastê amadekirina belgewarek hatim; Rojnamevan û nivîskar Bülent Gündüz lêkolîna xwe ku şopa Evdal bi belgewarî lêbigere ji Parîs’ê derkete Serhedê, min jî xwest ku ez alîkarî bidim wî, beşdarê vî xebatê  bûm. Ji bo lêkolîn û kêşwerîya liser navê çand, huner û hozanên herêmê ku ji walîyê Erzirom û Agirî’yê destûr standin şûnde me berê xwe da bajarê Wan’ê. Me ekîba ku ji Stenbol’ê tên derhênerê deng û dîmen jî tê de sê kesan ji balefirgehê hilda û em çûne şaredarîya Wan’ê. Piştî serdanê li Navenda Çanda Mezopotamya hevnasîya bi dengbêj Gazin û vegotina domdarên NÇM’yê keça Wan’î a bi navê Axîn re me bi dilovanî dilşayî û xemgîniyê xwe bihev re parve kir.

Dengbêj Gazin, bi awazên xwe yên şewat wek qirik zengil gilî, gazin û lomê xwe ve, Axîn bi germîya serhedîyan bi nirxa şîroveyên liser jinê ve xemgîniya xwe bi me re parve kir in. Her çiqas bi hindek kêmasîyên ferasetî hebin jî lê dîsa Wan ji ber taybetmendîyên nirxdar di serhedê de cîhê xwe yê baldar ve dilşa ye. Ez dikarim bêjim mêvanperwerîya kurd nimînandina xwe bi domdar û berpirsîyarên NÇM’ê ve di  Wan a Serhedê de bi nîşanî bû.

Çîya û zozanên Serhedê tu dibê bi lihevkirî rikane daketinê Behra Wanê, behra bê pêl û bê deng bi kela wêran ve gihîştiye bajêr. Bayê awazên Evdal ji çîya daketîye deşta bajêr bi Gazin’ê ve bûye nalîn, bi Axîn’ê ve tu dibêjî qey bûye kul û keser û di dilê gelê xwe de li mîrate û berateyan digere. Ji ber xemgîniya dilreşbûnî ez bixwe û xwe jixwe dipirsim. Lê ka ez li çi digerim? Ka ‘Axa Maran’, Ka ‘Ax Tamara’ anjî ‘Girava Akdamar’. Her yek bi çîrokên xwe yên efsanevî ve xemilîne. Di nav van hêstên reşbînî de ez li Bülent dinihêrim û di dilê xwe de bişêwrim, dibe ku mirov di ava şêlû de jî masî bigre, va îradeya ku bê ravedan çima nebe! Evdalê ku ev sed sale di vê welatê wêran de bê mîrat û berate ye, lê hîn jî bi nav û deng e. Hîn ji hozan, şaîr û nivîskarên herî navdar re çavkanîya best jê wergirtinê ye, hîn jî ji dengbêjên Serhedîyan re direfşa xelatane. Ji ber ku Bülent xwe li vê tîrêjê girtîye û diçe hêvîdarim ewê projeya xwe de biser keve.

Zargotina ku Evdal pêre bi mijûl e, taybetmendîyek kurdane, dengbêj û şaîrên Serhedî vî karê bi cîh anîne û her weha pîrê wana jî Evdalê Zeynikê ye. Dengbêjîya demê de tu amûrsaz nîne, dengbêj tenê bi serê xwe bi awazên xwe orkestrayên bi yek kesan in. Zivistanên Serhedîyan de, serma û seqema şevên dirêj bi çîrokên dengbêjan dixemile.
Di wêjeya kurdî de dengbêjîya ku ji klasîkên kurdî tê pejirandin, zargotina ji dîroka demê ye. Nemaze hemû formasyonên civatê û bûyerên balkeş bi saya vê kevneşopîyê bûye çavkanî û hetanê roja îroyîn jîyaye. Ev beşa ji wêjeya kurdî hîn jî bi nûnerên xwe yên demê ve li hember amûrên teknolojîyê berxwedêr e. Paşê ezê bi baldarî li ser van nûnerên dengbêjîya dawîn rawestim.

Ji bo amadekirina belgewara liser jîyana Evdalê Zeynikê rêya ku em dişopînin segoşeya Erzirom, Agirî û Wan’ê de Serhedê seranser dorpêç kiriye. Li Bazîdê Qesra Îshak Paşa, Tirba Ehmedê Xanê, xweza û zozanên Serhedê bi mirêsa Çîyayê Araratê mezin û biçûk ve rewneqdarane xemilîye. Bi alîkarîya nivîskarê Bazîdî Nîhat Gultekîn ve resîtala ku dengbêjên Bazîdî ji kilamên Evdal li hemberê Qesra Îshak Paşa bi dîmenên wî ve dan bêhempa bûn. Kela Elaşgirê, ji cîh û warê Surmelî Memed Paşa kilamên Evdal bêhn didan.

Bi hatin û çûyîna deşta Tûtaxê hetanê gundê Cemalwêrdîya ku Evdal ji dayîk bûye bi dîmenên çîyayê Sîpanê Xelatê hatiye xemilandin. Temaşekirina bi çavên Evdal ve li van xweşikîyên Kurdistanê mirov wek efsûnîbûn dibe. Li ser şopa Evdal fehm dikim ku wî çima ji çîya û banya, teyr û tûyan, rewil û çolan re kilam gotiye!...

20.06.2009

                                                                                                      Haydar GÜNDÜZ      

  
           





TANGOYEK Lİ PARÎSÊ




Ji bo her kesî paytextê çand û hunerê, lê ji bo me paytextê mişextiyê ye Parîs. Hevnasîya bi Nûray xanima (Nuray Şen) ku jana dilê wî bi kul û keserê welat ve rikane hûnandî, ji Celadet Bedirxan bigrin hetanê Dr. Abdurahman Qasemlu wek tîrek li jana dilê min bû. Kolan û rêgeyên ewropa de Nûraya ku bûye direfşa jina kurd bi hemû gernasî û rûmetdarîya xwe ve Newroza xwe ya xweşik û delal hembêzkirî bû. Her ta’yên porê wî porên bi salan re vegirtî, tedigo qey Leonardowarî nexşandî bû.
Nûraya ku piştî ew qas êş û eleman bi sekanek zadegan wek pola hîn jî li ser lingê xwe bi salanre, li hember zilm û zordarîyan Jan Dark’ane şer dikir, her bêje lib bi lib ji nav lêvên wî dirêjiya. Jixwe yek çengek mame ne jibo xwe ez êdî jibo Newrozê me digo! Na xanima hêja; di nav hemû rûmetan de kifşeye hûn bi derdû kulên xwe ve mîna zêrek reşad, mirov destê xwe bavêje bilindke ji nav komên mecîdiyanin. Min bi dilek janhêst vê dilnizmîyê nepejirand û kêfxweşîya xwe bi hevnasîya cenabê wê re parve kir, bi diyarîya albûma “Ji zarokên xort ên dîrokê re” ez gelek bextewar bûm û me jihev xatir xwest. Nûray xanima bi êş bi Newroza xwe ve di nav kolanên paytextê mişextiyê de winda bûn û çûn…   
Bi gotinê Parîsîyan, wan di Noela 2010 an de ji vir hetanê 30 sal berê sermayek weha nedîtibûn. Jixwe ez hîjdê Kanûnêde dema li Şarl Dêgolê peyabûm çi mêzekim her der ji berfê spî bû, min ji hevala xwere go; xanim em ji Erziromê hatin Erziromê. Lê ev sermaya tehl û bibandûr qet nedişibîya seqema şêrinî a Serhedê.       
Ka ezê li vira çi xwelî li serê xwe kim, şopa kî bigerînim. Jixwe rengê penaberîya Kurd qet li min xweş nehat, li rewşa wana mêze dikim dilê min jan dide. Ji bilî berxwedêran pirraniyên wan pejmûrde ne. Di cîhanê de ew gelên ku li qirkirinê dûçar mane, ji Ermen û Cihûyan şûn de gelê Kurd e. Dibe ku roj were gelê Kurd jî bibe xwedîyê lobîyên polîtîk, bibe xwedîyê dîplomasîyek xurt. Çimkî ev herdu gel bi ketin û rabûnên xwe, bi êş û elemên xwe ve di vê warî de serfiraz in. Lê galaya belgefîlmek de bawer dikim ezê bigihîjim mirazê xwe, bi hevnasîya gelek rûmetan ve ezê kurmên xwe birêjînim, jixwe êdî bûme wek kûpek barût, heke dere nebim ezê biteqim.     
Dilêm rê neda min da ku ez dîsa biçim mûzeya Louvre’ê, ji ber ku quncikê şaristaniyên Mezopotamya’yê de dema nepixandiyê Gilgamêş dibînim Bêtir xemgîn dibim. Carînan dibêm ger Fransîyan nespartiba aqûbeta van şaheseran wê çawa biba. Ka ezê çawa ber dilê xwe bidim! Kolonyalîstên herêmê niha tev wêran kiribûn, jixwe li Kurdistanê kevir liser kevir nemaye! Mûzeya Branly de jiber çanda Afrîkîyan efsûnîbûn bûm, mala Şîraq avabe.
Lêbelê roja min hat, bendewariyên ku ez lême qewimî, kî nîne! Ji bilî xanima hêja Nûray Şen, rojnameger û nivîskarê navdar Gunay Aslan, nivîskarê ezîz mamoste Dr. Mustafa Pekoz, sîyasetmedarê Kurd birêz Gonyelî, serokê Enstîtûya Kurdî a Parîsê Birêz Kendal Nezan û Melîs Kaya, sîyasetmedar Ehmed Karataş, hunermend Delîl Dîlanar, nivîskar Hasan Denîz, nivîskar Hasret Bîrsel, ji qesra serokkomariya Fransî koordînatorê Welatên Derya Sipî birêz Mr Jean Christophe Menet, derhêner Kudret Guneş, derhênerê Lubnanî birêz Christophe Karabache û bi hevnasîya hemû dostên Fransî re em her şad û bextewar bûn. 
Min xwest ku ez hindek pêjnên xwe bi dîaspora Kurd ve parvekim. Dema ku bi kek Nezan re liser cihûyan hûr bûm, bi pêdandinê xwe yên balkêş ve digot; zarokên xwe didin xwendin, ên ku nexwînin jî handanê bazirganîyê dikin. Ka bajarvanîya me di kîjan astê de ye, civaka Kurd xwe ji gundîbûnê çiqas riha kiriye? Ji bo bidestxistina mafê xwe yên rewa, bi dîaspora xwe ve çiqas amade ye?                  

QESRA ELÎZA DE KURDEK!



Ev demek dirêje nanivîsim, carînan dixwazim biçim, hilbigrim dilê xwe hetanê ku dikarim biçim. Diçim tirba Ehmedê Xanê diwerimim, diwerimim, û diwerimim. Bêhn limin diçike difetisim xwe li cem Mem û Zînê dibînim. Dixwazim bimrim lê mirinek berhewa rewa nabînim lixwe. Dibêjim gelo berhewabû ev mirin, ew mirinên ku bixwe re hildidin evînan ji dildaran. Ka ew qewlên evqas salin bûne dîroka jan û kulan ji serhildêrî û evîndariyan. Serîde yekbûn, lê zêdebûn, bûn bi hezaran şitlên azadiyê. Niha bi milyonan in! Çima carek serê xwe ranake Ehmedê Xanê, Feqîyê Teyran ji binê axê, li Cizîra Botan, Amed û Serhedê. Çima serê xwe ranakin Celadet li Şam, Yilmaz, Ehmed û Qasimlo li Pere-Lachaise.
Qirkirin Aborjîn û Çermesoran. Serdem û navdema sedsala 20. mîn de Gelê Ermen û Cihûyan.
Lê Kurd?
Welatê agir û rojê, bi qasê qedîmiya xwe ti dem bêpar nema ji talan, zilm û zordariyan. Dergûşa şaristaniyê re dê, qada pevçûnan re tim û tim bû rê. Qedyan Aborjîn û Çermesor li Awûstralia û li Emrîkayê, dibe ku bûn xwediyê dîaspora, lobîyan Ermen û Cihû ji statubûnê wêdatir bûn xwediyê dewletan. Xwendin, bazirganiyê re mijûl bûn, dev jê bernedan ji armancên xwe û xîretan. Koçberbûn, bûn penaber li çi rûyê cîhanê bicîh bûn, çarçova hiqûqa hemwelatiyê de ew deran jixwe re welat hesibandin. Kêmfirsendî nekirin, ji firsendan îstîfade kirin û gihîştin mirazê xwe.
Lê Kurd!
Dîrokê de qasê gelên ku bi êş, elem û qetlîaman hatine nasîn ji wan gelan bêtir qetlbûne, koçber bûne. Serdema sedsala 21 an niha jî dûçarê qirkirin û polîtîkayên jenosîdî ne. Li Dîaspora Kurd de min pirsî; dibe ku em jî manenden ji mînakan bibandor bin?
Ji min re gotin Na.. çend rewşenbîrên Kurd.
Çima?
Rewşa Dîaspora Kurd liber çave, Kurd naxwînin, nexwediyê karin. Cihû zarokên xwe didan xwendin, yên ku nexwendana jî teşwîqê bazirganiyê dikirin!
Xwendin, dixwînin û xwediyê derfetanin.

Berî Newroza îsal, Qesra Serokomariya Fransî Elîza de, beşdarê panelek têmî mûsikî ji Deryasipî bûm. Bi organîzasyona Philippe Castro ku bixwe berpirsîyarê sekreterê giştî yê welatên Deryasipî bû, şev li hewşek bi panelê destpêkir. Birastî jiber avasazî, vehûna dîrokî û rewneqiya hewşên Qesrê zehf bibandorbûm. Birazîyê min ku ew bixwe ji aliyê Philippe Castro ve hatibû vexwandin ez jî herweha, bi qasê sergêriya wî têdigihîştim naveroka panelê. Ji welatên bakûrê Efrîkî, Parîsîan jî tevde gellek mûsikînas, hunermend, akademîsyen û dîplomatên têkildar beşdarê şevê bibûn.
Dema ku hunermendan beşên mûsikî yên Derya Sipî ji Endulus, çaxa navîn bigrin hetanê roja îroyîn vedigotin, Bi fîq û balabanên Egîdê Cimo û Delîl Dîlanar ve diketim nav xeyalan!   
Saw bikin ku komek muzîkjen an mûsikînasek Kurd, di nav vê rewneqiyê de resîtalek bida, muzîka me ya rengîn û bêhempa wê ji bo me biba şanazîyek. Lê mixabim em ji van rûdanên rûmetdar bêparin.

Navbenda kokteylê ji bo me pêvajoya dîyalogan bû. Philippe Castro carna ji vexwendîyan hin kesan bi me dida nasîn, ji vana yên bêtir bala min kişand hunermenda cihû Sandra Bessis bixwe Tûnûsî bû. Balkêşe; cihû li çi welatê jiyabin xwe ji wê derê dihesibînin, lê ti car xwe ji xizmeta welatê xwe jî paşda nedane.
Kurd seranser Ewropa reşyan, xwe ji ti derê nehesibandin, entegre nebûn, lobîyên xwe ava nekirin û her weha nezivirîn li welatê xwe jî. Li Ewropa jî her dewletek jixwe re ‘Kurdistanek Doşanî’ ava kirine! Kurdistana Fransî, Elman, Îtalî û her wekî din.
Her tiştî li bêstatubûnê girêdida Sandra Bessis, raste bêstatubûna Kurd e yên ku Kurdistanê dotin e. Min pirsek din ji Sandra Bessis’ê kir;
Xirecira Rojhilata Navînê de ji ber nijadparêziya Tirk, Ereb û Farisan çarenûsa me û Cihûyan bi hevre girêdayî ye…
Bi Heronên xwe hûn doza çi li me dikin?
Bersîv girnijînek bi jan bû!...

Her çiqas kûlîsên çandî û polîtîk bi xwarin û vexwarinên Elîzayê kûrtirbin jî lê dilê min ê bi êş di binê van rewneqiyande dîsa bi têkoşer û berxwedêrên welatê min re bûn. Gelê Kurd giramiyên xwe bêdira nenirxandîye, bi berdêlên giranbiha bedenên xwe ji mirinan re raxistine carek. Dîasporayê de serfinaznebûn rastîyek bi jan be jî lê bêguman emê serkevin.
Hêvîdarim şandeyên çandî û polîtîk wê nirxên xwe bizanibin.

20.04.2012

                                                                                                                                          Haydar GÜNDÜZ