28 Kasım 2013 Perşembe

EZ JÎ KURDİM! (I)

Ewrên reş bi rêjeya kukurda zingarî ve wek behrek reştarî xwe li ser bajêra Erziromê rapêçandibû. Paltokan ji navsera xwe de serma û seqem difûrand. Dil sar, hêvî reşbîn, berxwedidan evîndarî li evînan. Bextreşî dest ji pêsîra min bernade, min dîsa winda kir. Çima tim û tim windakirin, ma wê her û her destexwişka ji taybetiyên rewşa rewşenbîriyê be, li vira neheqîyek nîne! Hewa tûj-tahl, çav wek bi nezanîya bamiştê bêsekan û poz dişewitin. Heke her tişt ji bo tinekirina tarîbûnan, qedandina zor û zordarîyan bin; ew ne xawên in! Lê çima va zilma. Nizanim dîsa, dîsa ez bêdeng û bitenê me… Tenê û bêdengim. Çavên min bandkirî tazî rût çîplaqim… Bi bêdengîya reştarî ve li hêvîya etaban im. Êdî fehm dikim ku ezê di van çerxan, ew çerxên heywanî re derbasbim. Di tarîyên çavê minde dor li min girtine zebanî, zebanîyên dojehî diranên xwe diqirijînin. Digotin, jixwe dema min dîl girtin digotin; em li ewra digerîyan lê me te li erdê dît! Li Kurdistanê konsepta 90-96’an ya dewletê de ti vac û hiqûq tunebû, her çi bêhna kurdayetiyê jê bê sûcdar e, jixwe liser navê tekoşîna li dijî terorê êşkenceyên sepanî û bêsînor jî li her kurdek rewa ye. Ez wek Kurdek ji qirna wendayî êş û elemên darbeya Îlonê dizanim, dizanim şoreşgerên Kurd û Tirk çi dîtin û her weha ‘’Dîyarbekir Pirsyarî û 5 Nimre’’ Piştî deh salan bi pîvê zêdetirîn dîsa li ser kar in, hedefa êşkenceyên sîstematîk êdî welatparêz in. Dizanim ku dawîya her tengasî aramîye, her qiyamek bi derbejêrek xwe lê her encamgirtinek dîsa bi berdêlek xwe heye. Divê ger ez bi berxwedêriyek bêhempa ve xwe biparêzim û radestê wana nebim. Beden û mejûyê xwe dipîvim, bijan im!... Li gorî ceribandinê ku bi qasê hêvî dikim sereke wê ava sar li min be. Hîn li pîya, çîplaq, ji şerma bi herdu destê xwe pêşîya xwe vedişêrim. Ez û ew êdî ji qewmînan re amade ne. Ez û ewana… Nişka ve bi rahiştina çepilên min ve nigê min ji erdê bûn û pişta min li erdê raxistin. Piştê wana di herdu newqê minde her yek destê min bazind de tewandin, jiber tewandina zendan jan û êşa min her ku diçe zêdetir dibe, hûn dibêjin qey destê min diqetînin, bê hemdê min qêrîn li min dikeve. Çavê min girêdayî, tarî zilmatê de ez, êş û van dewaran di nav şerrek giran de ne. Çer bû bi hewldanek milên min riha bûn lê ez dibêjim zendê min qetandin. Ez bi êşa xwe, ew bihev re mijûlin. Dibêjin; (ne kadar güçlüdür) çiqas zexm e! Dewarên min êjar jî zendikan kişandin milên min, nabînim lê hîsdikim ku împerteksin. Beştek wek nîrê ga liser stûyê min xistin, milên min ê bi zendik di zendan de pêve Îsawarî girêdan. Ew beşt ku li arîkan avêtin xelekek êdî li hewa dardakirî me. Ti deng nîne ez û ew, em bêdengin… Ez ku jor de di bin perdê çavên xwe de li jêr mêze dikim hazirîyê dewarên xwe dibînim. Tevza namila min emana min dibe, wî êşê nizanim bi çi dirûvê salix bidim. Gustîlên qabloyî derbasê lebatê min dikin; yek tilîya destê çepê a îşaretê, yek tilîya nigê min a qilîçê, gustîla sêyem jî derbasê lebatê cinsî kirin. Qabloyên li lebatên min girêdayî li jêr bi amûrên liser alavek çarçik ji textîn ve girêdayî ne. Ji nişka ve bi herka kehrebê ve ez lerizîm. Dilerizim, dilerizim, dilerizim. Nêze nêz j imin tê, dengek ecêb jimin dertê, reş-sor-şîn dibim, namila min diqete. Destek rahişte testîsê min diguvêşe… Êşen cûr bi cûr bimin ditamînin, kezeba min diperite ji tîbûnê… Destê liser textika çarçik li jêr e carcaran bi lerz û hejînan dibînim. bişkoka karebayê (elektrîkê) ku kaşû berkaş dibe herka wî jî kêm û zêde dibe. Dikim nakim naxeriqim. Dixwazim bimrim… Çêr dikim; - orospu çocukları (lawê orospîyan) - ha ha ha bize küfrediyor (li me çêr dike) - beynime bir kurşun sıkıp yol kenarına atın, böyle yapmayın (gullek berdin mejûyê min bavêjin kêleka rêyek lê weha nekin) - öyle kolay olur, öleceksin ama yavaş yavaş (wisa hêsan dibe, tuyê bimrî lê hêdî hêdî) Dîsa tê pêlên elektrîkê, xwe li xeriqandinê datînim lê ew bi min naxapin, berdewamin dîsa dertên dengên ecêb ji min… … Stûyê min naleqe, pî û mil ji bilî jan û êşên cûr bi cûr tune ne. Beşek berhewa û bêencam, ez şerpeze ew jî negihîştine mirazê xwe. Hîn darda me, em bêdengin. Ez hêvîdikim ku bixeriqim lê dengek kambax cîhana min a tarîreşk qelişand, wek tîrek liser dilêmin ket û ez bêtir êşyam. Ew dengê ku bimin re Kurdî diaxifî nebîyanî bû; - tu kurmancî dizanî? - Erê ez Kurdim - Ez jî kurdim! Nîrê min ji xelekê daxistin, her sê gustîl kişandin. Wek leşek min avêtin şaneyek. Beden na lê ez xwedîyê mejûyê xwe me. Min liser betona şaneyê bi mîzê ji wana re golek ji xwînî çêkir. Yek jî ew aferîdeyê ku destê xwe navşeqa min de digerand, bi wî destê xwe çawa diket nav nivînê jina xwe û bi wî destê çawa ji zaro zêrçê xwe hezdikir!... 28.05.2011 Haydar GÜNDÜZ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder