28 Kasım 2013 Perşembe

NARKÎSSOSÊN KURD

Li gorî mîtolojîya antîk; ji xweda û xwedawendên li rûyê erdê her yek bi bawermendî û berpirsîyariyên xwe ve balkêş bûn. Bawermendiya demê ve girêdayî, van xweda û xwedawendan her çiqas car caran xwe bi şêweyê mirovan rava bidin jî lê esasê xwe de xwedanê bihêzbûna derasayî jî bûn. Ez dixwazim ji van çîrokên mîtolojîkî bi taybet liser Narkîssos bisekinim: Ekho bixwe keçeka perî ye; bi qasê xweşik û bedew e ewqas jî navdarê ji drefşa evîndariya platonîk e. Ekho rojek dibe nêçîra ji nêçîrvaniya Narkîssos ku ew bixwe jî xortek bêtir çeleng e. Dîtin ne bi vê dîtinê di gavê de dibe evîndarê wî, lê Narkîssos pênade vê evînê û her ku diçe. Jiber vê yekê Ekho bi evîna xwe ya pênedan ve rojbiroj dihele û dimre. Her weha bi hemû lebatên laşê xwe ve dibe deng vedana zinar û çiyayan!... Xwedayên ji niştecihê Olîmposê tev bihêrs in û ji bo sezakirina Narkîssos bibîryar in. Dîsa ji rojan rojek de Narkîssos’ê liser şopa nêçîrvaniyê bi awayek tî û westiyayî xwe davêje ser rûbarek, bivexwarina avê re şewqvedana cenabê xwe dibîne, jiber sipehî û bedewbûna xwe efsûnî dibe. Di cîh de dimîne, ji xuyanîyê xwe bêtir hez jê dike û dibe evîndarê bixwe û xwe. Narkîssos ji nan û av dibe wek Ekho roj bi roj dihele, temenê xwe temaşe kirina lixwe ve diqedîne. Piştî mirina Narkîssos laşê wî vediguhêze kulîlka nêrgizê. Têgeha Narsîzmê jî ji vê derê tê, Sigmûnd Freûd ji kesayetiya Narkîssos a mîtolojîkî bêtir bibandor e, her weha cara yekem wî vê navlêkê bikar anîye. Nexweşîyek ji kesayetiyê ye, ji van kesan re jî dibêjin narsîst. Ji bilî xwe tu kesî nabînin, pragmatîst û berjewendîkar in. Qet empatî çênakin, xweranegirtina li fikr û ramanan di asta herî jor de ye û tu kesan jî fehm nakin. Jiber bêencamîya fantezîyên xwe êrîşkar dibin, diqehirin derûniya wan xerab dibe û têkdiçin. Narsîst û Narkîssosên me hêj navdar in. Li Tirkiyê hevnasîya bi nirxên çepgir û şoreşgeriyê bi qirna 68’an ve destpêkir, ciwan û rewşenbîrên Kurd jî jiber vê pêla şoreşgerî û çepgirîya jidemê bêtir bibandor e. Her weha di binê sîwana DDKO û TİP’ê de organîze bîbûn. 75’an şûndeKurdên ji vê kevneşopiyê dihatin li ser navê bi dehan komelên Kurd û Kurdewari her yek bi şêweyek bişkivîn û ji van xuyaniyan bi her kesî eyan e DDKD, KAWA, RİZGARÎ, ALA RİZGARÎ û her wekî din, Kurdên ku ji kevneşopîya TİP’ê dihatin jî wek tevgerên bi navê DHKD yê (PSKT) mohra xwe li demê xistin. Wan deman de baş tê zanîn kek Îbrahîm bi RİZGARÎ û ALA xwe ve bi qasê DDKD û DHKD nebejî lê dîsa bi nav û deng bû. 78 an de navê Apocî û PKK yîyan hêdî, hêdî belav dibû, ez bixwe jî DDKD yî bûm û tu kes û tevgerên demê; me qîma xwe jî bi wana nedianî!... Ew dewran hetanê darbeya faşîst a 12 Îlona 80 yî kudand. Dîsa bi her kesî eyan e hemû kesayêtên ku liber vê pêla faşîst ketin tev xwe ve di zîndana Amedê de dîtin, ji vana yek jî dîsa kek Îbrahîm bi RİZGARÎ û ALA xwe bûn!... Di wan demande berxwedana zîndana Amedê sereke ji berxwedêrên zîndanê yek jî kek Îbrahîm bû. Brêzan mamoste Beşîkçî jî baş dizane, jixwe gelek caran di bîranînên xwe de anîye ziman. Kek Îbrahîm bi me hemûyan eyan e hûn di wan çerxên heywanî re derbas bûn, we gelek êş û kul dîtin, em ji berxwedêriya demê re tim û tim rêzdar in… Kî çi dibêje bila bêje; bêguman ew kes û kesayetên ku di wan çerxan de derbas bûn, bi sekan û berxedêriyên xwe ve bandorlêkirinê jixwe şûndayiyan jî henin. Bîr û baweriyên bîrdozî çi dibin jî lê esasê xwe de di navbera wan rêxistin û tevgerên antî kolonyalîst, Kurd û Kurdewarî de pir zêde cûdatî gelşe jî tune bûn. Herçiqas PSK di asta bernamî de federasyon be jî lê wekî din bêtir liser Kurdistanek azad û serbixwe hûr dibûn. Şerê çekdarî jixwe jixalê bernamî ê jênerev û misoger bû! Xweranegirtinek bêwate û kambax hîn jî nehatiye terk kirin, ew jî pratîze nebûn e. We xwe pratîze nekir, hûn ne berê û ne jî niha ragirtinê pêvajoyê nebûn kek Îbrahîm. Malper bi malper digerin, dijûnî û dijminahîya li kes û tevgerên Kurd badîhewa ye. TEVKURD jî qedya, biqasê min bihîst bixwe û xwe bîryara feshbûnê hildaye, dawîya xwe zêdetir ecibandin helandin e Îbrahîm Gûçlî. Şerme… Ne bi dîtina te, ne bi wî nav û dengê te! Ma tu jî Narkîssosî, detudzanî dawîya wî çû li ku sekinî!... 25.01.2011 Haydar GÜNDÜZ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder