Carînan ku ez xwe
kûrahiya pirsan de berdidim, dibînim ku her pirs dixwe de hatine bersîvandin.
Pirsê, bersîvan dixwe
de hewandin e. Ma hîkmet di efsûna pirsan bixwe de ne veşarî ne?
Mirin encamek jêneger
e. Bawer dikim nemirîbûna Gilgamêş ne dermanê nemirîyê û nejî ji hêza wî ya
bîyolojîkî bû, ev hîkmet bêguman di wan kevalên nivîskî de liser sûr’ên Ûrûk’ê
veşarî bûn.
Destana Gilgamêş di dîroka mirovahiyê de yekem berhemek
nivîskî ye. Bi qasê wêjeyîbûna xwe ewqas jî çavkanîya şaristaniyên ji hev cûda
ne. Belgenameya civakên Sumer û Mezopotamîyan ya herî kevnar e. Ev pelik heman
deman de şewqvedana bawerî, çand û dîroka civatên demê ne jî.
Her çiqas xwemalîbûna vê çîrokê Sumerîbe jî lê versîyonên
Hûrî, Babîlî, Akadî, Asûrî jî henin. Çîroka Gilgamêş bi hezar salane bandora
xwe liser sîstema ramanê ya mirovahiyê niha jî heye, bi serincrakêşî û fêre
girtinê xwe ve di nav mîtolojîya cîhanê de gelek navdar e.
Çavsorî, şadî, êş û hêvîyan, bi xweda û xwedawendên xwe ve
dîrokê de yekem şahê leheng Gilgamêşê nîv xweda, hin jî nayê parvekirin.
Hevaltîya bi Enkîdû re ji pozbilindîyan tê şûştin û dilnizm dibe.
Gelo çima lipey giyayê nemirîyê
ketibû Gilgamêşê leheng!
Lêgerîna nemirîyê jibo nemirîbûnê
bû?
Mirina Enkîdû bû yên ku wî kaşkiribû ber bi
serencperestiyan!
An asêbûna wî jiber hêza nîvxwedatîya wî bû!
Piştî ewqas serpêhatinan bidest dikeve dermanê nemirinê lê dramatîzebûna
efsaneyê ve cardin jê tê girtin û ev efsûn ji marek reş re dibe pelîse û binav
dibe. Ma aqûbeta dermanê Hekîmê Loqman jî dîsa ne ev bû!
Gilgamêş nabe nemir lê jiber şîretên Enlîl, li hember
rewneqiya sûr û bedenên Ûrûkê ji hemû xemgîniyên xwe dibe. Vedigere li rûmetan û
dibe ku efsûna nemirîyê di van berhemên hunerî de dibîne! Ji nivîsê kevalên demê
jî eyane ku bi taybet esas girtina têgihên wek dad, azadî û merhemet ji rûmetên
demê ne.
Bi keval û peykerên ji berî zayînê bigrin hetanê îro, wêje û
hunera cîhanê ji şaristanîya Mezopotamya û Sumerîan bi dewlemendiya vê destanê
hatiye xemilandin. Bandora ola maderşahî bi xwedawendên pîrozgehan (Îştar) pir
zelal e. Gilgamêş dimre lê ji mîtolojîya kevnar, bi destanek semyan û efsanewî ji
mirovahiyê re dibe mîrate. Ji van mîrateyên balkêş ka çi dersik hatin
girtin!...
Carînan ku ez xwe
kûrahiya pirsan de berdidim, dibînim ku her pirs dixwe de hatine bersîvandin. Pirsê,
bersîvan dixwe de hewandin e. Ma hîkmet di efsûna pirsan bixwe de ne veşarî ne?
Mirin encamek jêneger
e. Bawer dikim nemirîbûna Gilgamêş ne dermanê nemirîyê û nejî ji hêza wî ya
bîyolojîkî bû, ev hîkmet bêguman di wan kevalên nivîskî de liser sûr’ên Ûrûk’ê veşarî
bûn.
Gilgamêş yekem lehengê wêjeyê ye, ew gotinên ku bi qasê
4.000 sal berê di wan kevalan de hatine nivîsandin roja îroyîn de jî bala
zanyaran rakêşandiye. Ji demê têgihên rûmetdar; hevaltî, hezkirin, xîret,
rûmet, serenc, serpêhatin û her weha tirsa ji mirinê, xwestina nemirîyê tev bi
baldarî hatine bikaranîn.
Piştî ewqas ketin û rabûnan Gilgamêş jî wek her mirokan,
rêya nemirîyê bi pêkanîna kar û barên mayînde de dibîne. Ji ber rewneqiya sûr,
beden, bîrdar û pîrozgehên Ûrûk’ê jî wer xuyaye ku bêtir giringî daye şan û
navdarîya bêdawî. Wekî din fêrbûna nirxên jiyanê û jiyandina van şayanan e. Di
vê rêwîtiya xwe de bi qasê vedîtinên Gilgamêş, divê em jî fêr bin û şer bikin li
hember bêhêvîtiya mirin û serfirazbûnan.
GİLGAMÊŞ – KİLGAMÊŞ
Welatîyê Zagrosî û Sumerî
Gelê Kardunî û Mezopotamî…
Raste jîya ye ew, li hundirê me,
Eve çanda me, lê ew e kalê me.
Dibên; Gilgamêş mîrekî navdar e,
Li wekî gamêşa mezin hêzdar e.
Kurd û Kilgamêş bi hevre jîya ye,
Ev çîrok, herî zêde yê Kurda ye.
(Metîn Kewê Dilxêrî)
Ez bixwe jî dibêjim Gilgamêşê leheng Kurd bû lê hûn?
12.12.2011
Haydar GÜNDÜZ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder