xistîye Homeros’ê
navdar e. Ji berê zayînê hetanê îro hîn jî bi nav û Hozanê grekîyan ê antîk,
dîroka mirovahîyê de ew kesê ku mohra xwe li wêjeya cîhanê deng e. Homeros’ê ku
Nûnerê wêjeya kilasîk a cîhanê ye, her weha di dilê gelê xwe de jî xwedîyê
rûmetek rêzdare. Şahesera wêjeya kilasîk, dasîtana ‘İlyada û Odysseia’ berhemek
ji aferîndêrîya wî ye. Ev çend hezar sale nehatiye jibîrkirin û di wêjeya
kilasîk a cîhanê de wê her dem bi rêzdarane bê bîranîn.
Victor Hugo ji bo
Fransîyan, William Shakespeare ji bo Îngilîzan tê çi wateyê, Homeros jî ji bo Grekîyan
ew e. Van rûmetana bi qasê ku di dilê gelên xwe de bi cîh û warin, bi berhemên
xwe ji wêjeya cîhanê re jî xwedîyê rûmetên rêzdarin. Ji ber vê yekê di jîyana
gelan de xwedî lê derketina li rûmetan weyna xwe bi giringî heye. Jixwe ew
gelên ku li rûmetên xwe xwedî derketine di warê çand û hunerê de pêşketî ne.
Dijberîtî paşdemayîn e. Jana gelê kurd di vê warê de bê parbûn e.
Em çima weha ji hemû
rûmetan bêparin, ma qey em qet nexwedîyê rûmetanin? Ji ber ku ‘‘Evdalê
Zeynikê’’ wek Homeros’ê Kurd tê nasîn ez rastê amadekirina belgewarek hatim;
Rojnamevan û nivîskar Bülent Gündüz lêkolîna xwe ku şopa Evdal bi belgewarî
lêbigere ji Parîs’ê derkete Serhedê, min jî xwest ku ez alîkarî bidim wî,
beşdarê vî xebatê bûm. Ji bo lêkolîn û kêşwerîya
liser navê çand, huner û hozanên herêmê ku ji walîyê Erzirom û Agirî’yê destûr
standin şûnde me berê xwe da bajarê Wan’ê. Me ekîba ku ji Stenbol’ê tên
derhênerê deng û dîmen jî tê de sê kesan ji balefirgehê hilda û em çûne
şaredarîya Wan’ê. Piştî serdanê li Navenda Çanda Mezopotamya hevnasîya bi dengbêj
Gazin û vegotina domdarên NÇM’yê keça Wan’î a bi navê Axîn re me bi dilovanî dilşayî
û xemgîniyê xwe bihev re parve kir.
Dengbêj Gazin, bi
awazên xwe yên şewat wek qirik zengil gilî, gazin û lomê xwe ve, Axîn bi
germîya serhedîyan bi nirxa şîroveyên liser jinê ve xemgîniya xwe bi me re
parve kir in. Her çiqas bi hindek kêmasîyên ferasetî hebin jî lê dîsa Wan ji
ber taybetmendîyên nirxdar di serhedê de cîhê xwe yê baldar ve dilşa ye. Ez
dikarim bêjim mêvanperwerîya kurd nimînandina xwe bi domdar û berpirsîyarên
NÇM’ê ve di Wan a Serhedê de bi nîşanî
bû.
Çîya û zozanên
Serhedê tu dibê bi lihevkirî rikane daketinê Behra Wanê, behra bê pêl û bê deng
bi kela wêran ve gihîştiye bajêr. Bayê awazên Evdal ji çîya daketîye deşta
bajêr bi Gazin’ê ve bûye nalîn, bi Axîn’ê ve tu dibêjî qey bûye kul û keser û
di dilê gelê xwe de li mîrate û berateyan digere. Ji ber xemgîniya dilreşbûnî
ez bixwe û xwe jixwe dipirsim. Lê ka ez li çi digerim? Ka ‘Axa Maran’, Ka ‘Ax
Tamara’ anjî ‘Girava Akdamar’. Her yek bi çîrokên xwe yên efsanevî ve xemilîne.
Di nav van hêstên reşbînî de ez li Bülent dinihêrim û di dilê xwe de bişêwrim,
dibe ku mirov di ava şêlû de jî masî bigre, va îradeya ku bê ravedan çima nebe!
Evdalê ku ev sed sale di vê welatê wêran de bê mîrat û berate ye, lê hîn jî bi
nav û deng e. Hîn ji hozan, şaîr û nivîskarên herî navdar re çavkanîya best jê
wergirtinê ye, hîn jî ji dengbêjên Serhedîyan re direfşa xelatane. Ji ber ku
Bülent xwe li vê tîrêjê girtîye û diçe hêvîdarim ewê projeya xwe de biser keve.
Zargotina ku Evdal pêre
bi mijûl e, taybetmendîyek kurdane, dengbêj û şaîrên Serhedî vî karê bi cîh
anîne û her weha pîrê wana jî Evdalê Zeynikê ye. Dengbêjîya demê de tu amûrsaz nîne,
dengbêj tenê bi serê xwe bi awazên xwe orkestrayên bi yek kesan in. Zivistanên
Serhedîyan de, serma û seqema şevên dirêj bi çîrokên dengbêjan dixemile.
Di wêjeya kurdî de
dengbêjîya ku ji klasîkên kurdî tê pejirandin, zargotina ji dîroka demê ye.
Nemaze hemû formasyonên civatê û bûyerên balkeş bi saya vê kevneşopîyê bûye
çavkanî û hetanê roja îroyîn jîyaye. Ev beşa ji wêjeya kurdî hîn jî bi nûnerên
xwe yên demê ve li hember amûrên teknolojîyê berxwedêr e. Paşê ezê bi baldarî
li ser van nûnerên dengbêjîya dawîn rawestim.
Ji bo amadekirina
belgewara liser jîyana Evdalê Zeynikê rêya ku em dişopînin segoşeya Erzirom,
Agirî û Wan’ê de Serhedê seranser dorpêç kiriye. Li Bazîdê Qesra Îshak Paşa, Tirba
Ehmedê Xanê, xweza û zozanên Serhedê bi mirêsa Çîyayê Araratê mezin û biçûk ve rewneqdarane
xemilîye. Bi alîkarîya nivîskarê Bazîdî Nîhat Gultekîn ve resîtala ku dengbêjên
Bazîdî ji kilamên Evdal li hemberê Qesra Îshak Paşa bi dîmenên wî ve dan bêhempa
bûn. Kela Elaşgirê, ji cîh û warê Surmelî Memed Paşa kilamên Evdal bêhn didan.
Bi hatin û çûyîna deşta
Tûtaxê hetanê gundê Cemalwêrdîya ku Evdal ji dayîk bûye bi dîmenên çîyayê
Sîpanê Xelatê hatiye xemilandin. Temaşekirina bi çavên Evdal ve li van
xweşikîyên Kurdistanê mirov wek efsûnîbûn dibe. Li ser şopa Evdal fehm dikim ku
wî çima ji çîya û banya, teyr û tûyan, rewil û çolan re kilam gotiye!...
20.06.2009
Haydar GÜNDÜZ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder