28 Kasım 2013 Perşembe

TANGOYEK Lİ PARÎSÊ




Ji bo her kesî paytextê çand û hunerê, lê ji bo me paytextê mişextiyê ye Parîs. Hevnasîya bi Nûray xanima (Nuray Şen) ku jana dilê wî bi kul û keserê welat ve rikane hûnandî, ji Celadet Bedirxan bigrin hetanê Dr. Abdurahman Qasemlu wek tîrek li jana dilê min bû. Kolan û rêgeyên ewropa de Nûraya ku bûye direfşa jina kurd bi hemû gernasî û rûmetdarîya xwe ve Newroza xwe ya xweşik û delal hembêzkirî bû. Her ta’yên porê wî porên bi salan re vegirtî, tedigo qey Leonardowarî nexşandî bû.
Nûraya ku piştî ew qas êş û eleman bi sekanek zadegan wek pola hîn jî li ser lingê xwe bi salanre, li hember zilm û zordarîyan Jan Dark’ane şer dikir, her bêje lib bi lib ji nav lêvên wî dirêjiya. Jixwe yek çengek mame ne jibo xwe ez êdî jibo Newrozê me digo! Na xanima hêja; di nav hemû rûmetan de kifşeye hûn bi derdû kulên xwe ve mîna zêrek reşad, mirov destê xwe bavêje bilindke ji nav komên mecîdiyanin. Min bi dilek janhêst vê dilnizmîyê nepejirand û kêfxweşîya xwe bi hevnasîya cenabê wê re parve kir, bi diyarîya albûma “Ji zarokên xort ên dîrokê re” ez gelek bextewar bûm û me jihev xatir xwest. Nûray xanima bi êş bi Newroza xwe ve di nav kolanên paytextê mişextiyê de winda bûn û çûn…   
Bi gotinê Parîsîyan, wan di Noela 2010 an de ji vir hetanê 30 sal berê sermayek weha nedîtibûn. Jixwe ez hîjdê Kanûnêde dema li Şarl Dêgolê peyabûm çi mêzekim her der ji berfê spî bû, min ji hevala xwere go; xanim em ji Erziromê hatin Erziromê. Lê ev sermaya tehl û bibandûr qet nedişibîya seqema şêrinî a Serhedê.       
Ka ezê li vira çi xwelî li serê xwe kim, şopa kî bigerînim. Jixwe rengê penaberîya Kurd qet li min xweş nehat, li rewşa wana mêze dikim dilê min jan dide. Ji bilî berxwedêran pirraniyên wan pejmûrde ne. Di cîhanê de ew gelên ku li qirkirinê dûçar mane, ji Ermen û Cihûyan şûn de gelê Kurd e. Dibe ku roj were gelê Kurd jî bibe xwedîyê lobîyên polîtîk, bibe xwedîyê dîplomasîyek xurt. Çimkî ev herdu gel bi ketin û rabûnên xwe, bi êş û elemên xwe ve di vê warî de serfiraz in. Lê galaya belgefîlmek de bawer dikim ezê bigihîjim mirazê xwe, bi hevnasîya gelek rûmetan ve ezê kurmên xwe birêjînim, jixwe êdî bûme wek kûpek barût, heke dere nebim ezê biteqim.     
Dilêm rê neda min da ku ez dîsa biçim mûzeya Louvre’ê, ji ber ku quncikê şaristaniyên Mezopotamya’yê de dema nepixandiyê Gilgamêş dibînim Bêtir xemgîn dibim. Carînan dibêm ger Fransîyan nespartiba aqûbeta van şaheseran wê çawa biba. Ka ezê çawa ber dilê xwe bidim! Kolonyalîstên herêmê niha tev wêran kiribûn, jixwe li Kurdistanê kevir liser kevir nemaye! Mûzeya Branly de jiber çanda Afrîkîyan efsûnîbûn bûm, mala Şîraq avabe.
Lêbelê roja min hat, bendewariyên ku ez lême qewimî, kî nîne! Ji bilî xanima hêja Nûray Şen, rojnameger û nivîskarê navdar Gunay Aslan, nivîskarê ezîz mamoste Dr. Mustafa Pekoz, sîyasetmedarê Kurd birêz Gonyelî, serokê Enstîtûya Kurdî a Parîsê Birêz Kendal Nezan û Melîs Kaya, sîyasetmedar Ehmed Karataş, hunermend Delîl Dîlanar, nivîskar Hasan Denîz, nivîskar Hasret Bîrsel, ji qesra serokkomariya Fransî koordînatorê Welatên Derya Sipî birêz Mr Jean Christophe Menet, derhêner Kudret Guneş, derhênerê Lubnanî birêz Christophe Karabache û bi hevnasîya hemû dostên Fransî re em her şad û bextewar bûn. 
Min xwest ku ez hindek pêjnên xwe bi dîaspora Kurd ve parvekim. Dema ku bi kek Nezan re liser cihûyan hûr bûm, bi pêdandinê xwe yên balkêş ve digot; zarokên xwe didin xwendin, ên ku nexwînin jî handanê bazirganîyê dikin. Ka bajarvanîya me di kîjan astê de ye, civaka Kurd xwe ji gundîbûnê çiqas riha kiriye? Ji bo bidestxistina mafê xwe yên rewa, bi dîaspora xwe ve çiqas amade ye?                  

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder