7 Aralık 2013 Cumartesi

AŞTÎ(NE)XWAZİM (2)



Belê,piştî 12’ê İlon’ê li Tirkiyê û Kurdistanê bi pergala faşîst ve civak jî mîlîtarîze dibe, çimkî perwerdeyî ya heyî bixwe û xwe ferasetek weha di afirîne. Pêla faşîzmê hemû çepgir, pêşverû û hêzên welatparêz di zîndanan re derbas dike û dipelçiqîne. Stem kirin û zorbazîya bê sînor li Kurdistanê bi mêtingehiya hov ve jîvanî dibe, bi sed hezaran kes di van çerxên heywanî re hatin derbas kirin û ev çerx hîn jî didome, di girtîgehên Amed’ê de girtîyên Kurdistanî destanên  berxwedana nivîsandin û di dilê gelên xwe de bûn dîrok. Ew kesên ku êş dîtin, seqet man û mirin wê bi rêzdarî bên bibîranîn. Kurdistanîyên ji van hovitîyan filitîn jî tevlî refên PKK bûn.
Gerdûna durû her çiqas li gorî formatên xwe yê navneteweyî hebin jî lê li hemberê van pîvanên dijî mirovahî û kirêtên dewletên herêmê ne didîtin û heta bi wan re li pey berjewendiyên xwe yên bê exlaqî de diçûn. Sereke Lozan û hemû peymanên xwe yên bi dewletên mêtingeh ê herêmê re hevparin ku vê qetlîemê li ser gelê kurd dimeşînin. Serî de Yekitîya Ewropa ji van qirêjiyan berpirsîyar e. Roj wê were van hesaban wê bên dîtin. Kî 5.000 Kurd qetl kir?, kî çekên kîmyevî frotîn Seddam?. Tev berpirsîyarin…
Konsepta 92’yan de dewlet stem kirin û zorbazîya ku li ser gelê Kurd dimeşîne di asta herî bilind de ye. Her çi bêhna kurdayetiyê jê bê ji aliyê rayedaran ve tawanbarî potansîyel e. Di wê demê de  navçeyên başûrî ên Erziromê ku bi eslê xwe Kurdin tevahî di binê ço re derbas dibûn. Her weha ez jî di wê badîrê re derbas bûm, bi qomployek di çarçoveya tekoşîna li dijî terorê de min girtin û di hucreya yek m2 yê de 15 roj êşkence kirin. Ji mirinê bêtir tirs, tirsa êşkenceyê ye û ew jî qewimî. Roja hefta ye, sersala 94’e şev nîvê şevê barûya şaneya min vebû ji ber şewqa ampûlê nikarim çavêm xwe vekim, ez dibêjim dîsa min dibin beşa, lê dengek li ser min ket;
-Sersala te pîroz be Haydar
Min çavên xwe vekir mêze kir ev serkarê Ewleyî yê bajêr Natik Canca’ye ku ez ji çapemeniya herêmî nas dikim ew û tevî sê cîgirê xwe ne û destê xwe dirêjî min Kirî ye.
-Sersala te jî Natik beg
-Mêzekin, mêzekin navê min jî dizane!
-Belê ez we nas dikim Natik beg, hûn serkarê ewleyî yê bajarê me ne.
-Em vî welatê bi tu kesî nadabeşandin, kesên serî hilde wê bipelçiqin.
-Belê Natik beg… Û barû ser min de hate girtin.
Cîgirê Natik jî destên xwe dirêjî min kirin lê min qet li xwe danenî û destên wan li hewa man.

Roja nehan ji ber beşên ku ez lê derbas bûme her derê min birînin, êdî dest pê kirine min derman dikin. Dîsa barûya min vebû çavên min girê dan û ji şaneyê hilgirtin birin li cihek dane rûniştandin. Dengek li guhê min ket;
-Haydar bendê çavên xwe veke.
-Na ez venakim.
-Çima
-Ez naxwazim we bibînim.
Destek ew amûrê ku li ber çavên min lê da û hilda.
Min nihêrî ez li odeyekim, odeyek fireh û mirovek ber min li pîyaye, sê mirov her yekî li maseyek rûniştî, kaxiz û qelemên wan li pêş, serê wan di ber wan de ne. Fehm dikim ku saloxgerin. Ji min re çayek xwestin. Halê min ne tu hale… Çaya xwe vedixwim, ew çar rojên ewil tu xwarin û vexwarin ne da bûn min. Ew dewarê kêleka min li pê ye ji min pirsî;
-Haydar hûn çi dixwazin?
Rojê du sê beş (hilawistok, kehre sê gustîlan ve, feleqe û her cûreyên din) lêdanan de mejû û bedena min li hemberî hev di şer de bûn, Dawî yê de mejûyê min serkeftî ye. Ez bûme wek pola…
-Ez zimanê xwe dixwazim, bi çanda xwe dıxwazım jîyankim.
Ez dipirsim;
-Hûn rojnameya dixwînin?, TV an temaşe dikin?
-Erê.
-Demirel serokwezîre, (Koalîsyona DYP û SHP desthilatdar e) li Dîyarbekrê got ‘Ez realîta Kurd  dipejirînim’.
-Erê.
-Înonî cîgirê Demirel e, ewî jî li wê derê go ‘Li welatek çiqas zêde ziman bên qisedan çanda wî welatê ew qas dewlemend dibe’.
-Erê.
-Hûn Fedon nas dikin? Fedon’ê bi eslê xwe Rûm e lê hemwelatîyê TC yê ye hunermende, hem Rûmî û hem jî Tirkî  muzîka pop bi cîh tîne. Dema ez li Stenbolê bûm (salên 76-79) wî li Çakil’a Yenîkapi û Maksîm’a Taksîm’ê de bi her du zimanan ve  pop bi cîh dianî û min bixwe jî wî temaşe kirî ye. Ji ber taybetmendiyê xwe yên gerdûnî muzîk xweşe û tê guhdarî kirin. Min Fedon TV ya dewlet’ê TRT 1 ê de strana bi Rûmî dibêje jî temaşe kirîye û qet qiyamet jî ra nedibû.
-Erê.
-Hûn Îbo nas dikin? Îbrahîm Tatlises bawerkim bi eslê xwe Kurd e. Lê Starek namdar e. Arabeskî ye. Diçe ku derê erd dihejîne. Min bixwe kasetên wî Yên bi Kurdî guhdarî kiriye.
-Erê.
-Îbo, TRT 1 jî na, TRT GAP’ê de bi Kurdî strana Kirîbê bêje, ma wê qiyamet ê ra be?!

-Erê. Berê bi zimanê dayikê perwerde, paşê TV, paşê jî serxwebûn.
Pîne kişandin ser çavên min, bi çêran ve dîsa min lep a lep avêtin şane ya min a yek m2’yî.

2008 jî qedya hîn şer berdewam e. Gelê Kurd tekoşîna azadî yê de bi destkeftîyên xwe ve wê ji her demê xurtir berxwe bide û Zerdeştwarî têbikoşe. Pêwîste hemû kes û sazî li hemberê van kolonyalîstên har û stemkiriya faşîstên hov bê deng nemînin, ji bo dahatiyek azad û aştîyane bê afirandin ev bar li  ser milê me aştîxwaz’a ne. Her çi diqewime bila biqewime dîsa AŞTÎXWAZIM. Kevneşopîya bav û kalên xwe de me wer dîtiye. Em bixwe û destkeftîyên xwe bi gumanin, Serkeftina bi hêza xweyî her çiqas zor û dijwar be jî lê rewneqdar e.

ŞKEFTA ÊXO



Ferman fermana Ermenan e; divê tev bên qirkirin!... Ji vê jenosîdê du çîrok mejûyê min de tim û tim hatiye rêş kirin: Yek ‘’Şkefta Êxo’’ li çîyayê elemdaxa Qereyazî’yê, du ‘’Gamêşê Bizirkirî’’ ev karesat jî li gundek Tatosa Erziromê qewimî ne. Ez hindek liser bûyera ‘’Gamêşê Bizirkirî’’ de çûm spekulatîfî ye, ti mantiq tê de nîne! Lê ez dixwazim ji van karesatan bi kurtayî bûyera ‘’Êxo’’ bi we re parvekim:
    
Êxo bixwe zarokek Ermen deh-donzde salî ye. Ermenên ji qetlîamê difilitin direvin. Lê Êxo jiber ku bêkes û neçar e xwe dispêre malbata Silêman (Dedê). Dedê jî gundîyek Kurd ji gundê qûntara çîyayê Elemdaxê ye serî de vê xwesipartinê diecibîne.
Piştî demek şûn de fermanên Dewleta Osmanî liser fermana ne. ‘’Li kuderê Ermen bê dîtin ew kesên ku wan spartibe jî tev de wê bêne şewitandin.’’   
Dedê jiber fermanên liser fermana bêtir di nav tirs û fikaran de ye. Divê Êxo ji holê bê rakirin! Welhasil ji bo tune kirina Êxo bibîryar e. Û bi hêncetek Êxo ji gund derdixe. Dema ku tên ber devê şkeftek, Êxo sehî dike ku ewê wî bikuje, li Dedo vedigere û dibêje:
Dedê ez dizanim tûyê min bikuji!
Destûr bide ez du rikat nimêj bikim paşê min bikuje!
Êxo hîn liser nimêjê ye bi derbek gulle tê kuştin. Ew du rikat nimêj jî wî xelas nake.
Liser kuştina Êxo 96 sal derbas bû hîn jî  ew şkeft binavê ‘’Şikefta Êxo’’ tê binavkirin. Min vê çîrokê ji wê herêmê ew kesê ku hestiyê Êxo di şkeftê de dîtiye guhdarî kir û hîn jî li jiyanê ye.
   
Dema Osmanîyan de ew kesên ne misilmanin bi maneyek kêmanî de dihatin dîtin û ji wana re ‘’fileh’’ digotin. Wek Asûrî û Suryanîyan, Ermen jî Fileh bûn. Hûn jî baş dizanin çawa ku demê de bi piranî Kurd û Tirk misilmanin ew jî hristiyan bûn. Lê jiber cûdabûna baweriyan di nav misilmantîya Kurd de hristiyantî, meyanen bi navê filehtî dihate hejmtin. Kurd, Ermen, Asûrî û Suryanî; her çiqas di warê nasname û baweriyande jihev cûdabin jî lê çarçoveya xweşbînî de ji heq û hiqûqên hev re rêzdar bûn. Di dorhêla pirçanditî, çarenûsek hevpar de bihevre girêdayî dijîyan û cîranê hev bûn. Da ku ketin ber pêlê ferasetên roma reş, ferasetên frofaş. Ji van gelan ji bilî kul û keseran ti tiştek nema, ê ku li gelê Kurd rewa hatine dîtin jî tim û tim xapandin e!
Alavere, dalavere Kurd Memed nobete…
Hatine xapandin bi gef û xofan karê kirêt de hatine bikaranîn!...  
Jiber kiryarên demê qêrînên Ermenan jî pere nekir.
Kurmancno; baweriya xwe bi Dewleta Romê neynin, ya li serê me sibe li serê we ye!
Ma piştî avakirina Komarê bi devê wezîrên xwe ve lixwe mikur nehatibûn…
Me ‘la’ya têkbir dor dora ‘lo’yan e!
Sîyaset û polîtîkayên ku liser gelê Kurd tê meşandin ji bilî ferman ne ti tiştek e. Erkên xwe guhertine, îro dîsa wek duh. Niha jî dixwazin liser navê misilmantîyê me îsleh bikin!
Çima em ne misilman in?!
Her rê ceribandin lê ‘lo’ neqedyan, lê çima bibin xwedîyê statûyan, xwedîyê ziman û nasnameyan! Îro jî liser navê misilmantî Dewlet-AKP dîsa agir dibarîne. Dîsa kişand şûrê xwe Parsû Qalind! De lêxin ‘lo’yan jî biqedînin, îmana xwe xelas bikin.

‘’Filehê bi rûyekî ji Misilmanê durûyî çêtir e’’

20.08.2011

                                                                                                                              Haydar GÜNDÜZ                        

LÊGERÎNA NEMİRÎYÊ



Carînan ku ez xwe kûrahiya pirsan de berdidim, dibînim ku her pirs dixwe de hatine bersîvandin.
Pirsê, bersîvan dixwe de hewandin e. Ma hîkmet di efsûna pirsan bixwe de ne veşarî ne?
Mirin encamek jêneger e. Bawer dikim nemirîbûna Gilgamêş ne dermanê nemirîyê û nejî ji hêza wî ya bîyolojîkî bû, ev hîkmet bêguman di wan kevalên nivîskî de liser sûr’ên Ûrûk’ê veşarî bûn.    

Destana Gilgamêş di dîroka mirovahiyê de yekem berhemek nivîskî ye. Bi qasê wêjeyîbûna xwe ewqas jî çavkanîya şaristaniyên ji hev cûda ne. Belgenameya civakên Sumer û Mezopotamîyan ya herî kevnar e. Ev pelik heman deman de şewqvedana bawerî, çand û dîroka civatên demê ne jî.
Her çiqas xwemalîbûna vê çîrokê Sumerîbe jî lê versîyonên Hûrî, Babîlî, Akadî, Asûrî jî henin. Çîroka Gilgamêş bi hezar salane bandora xwe liser sîstema ramanê ya mirovahiyê niha jî heye, bi serincrakêşî û fêre girtinê xwe ve di nav mîtolojîya cîhanê de gelek navdar e.   
Çavsorî, şadî, êş û hêvîyan, bi xweda û xwedawendên xwe ve dîrokê de yekem şahê leheng Gilgamêşê nîv xweda, hin jî nayê parvekirin. Hevaltîya bi Enkîdû re ji pozbilindîyan tê şûştin û dilnizm dibe.    
Gelo çima lipey giyayê nemirîyê ketibû Gilgamêşê leheng!
Lêgerîna nemirîyê jibo nemirîbûnê bû?                                                         
Mirina Enkîdû bû yên ku wî kaşkiribû ber bi serencperestiyan!
An asêbûna wî jiber hêza nîvxwedatîya wî bû!  
Piştî ewqas serpêhatinan bidest dikeve dermanê nemirinê lê dramatîzebûna efsaneyê ve cardin jê tê girtin û ev efsûn ji marek reş re dibe pelîse û binav dibe. Ma aqûbeta dermanê Hekîmê Loqman jî dîsa ne ev bû!
Gilgamêş nabe nemir lê jiber şîretên Enlîl, li hember rewneqiya sûr û bedenên Ûrûkê ji hemû xemgîniyên xwe dibe. Vedigere li rûmetan û dibe ku efsûna nemirîyê di van berhemên hunerî de dibîne! Ji nivîsê kevalên demê jî eyane ku bi taybet esas girtina têgihên wek dad, azadî û merhemet ji rûmetên demê ne.    
Bi keval û peykerên ji berî zayînê bigrin hetanê îro, wêje û hunera cîhanê ji şaristanîya Mezopotamya û Sumerîan bi dewlemendiya vê destanê hatiye xemilandin. Bandora ola maderşahî bi xwedawendên pîrozgehan (Îştar) pir zelal e. Gilgamêş dimre lê ji mîtolojîya kevnar, bi destanek semyan û efsanewî ji mirovahiyê re dibe mîrate. Ji van mîrateyên balkêş ka çi dersik hatin girtin!... 

Carînan ku ez xwe kûrahiya pirsan de berdidim, dibînim ku her pirs dixwe de hatine bersîvandin. Pirsê, bersîvan dixwe de hewandin e. Ma hîkmet di efsûna pirsan bixwe de ne veşarî ne?
Mirin encamek jêneger e. Bawer dikim nemirîbûna Gilgamêş ne dermanê nemirîyê û nejî ji hêza wî ya bîyolojîkî bû, ev hîkmet bêguman di wan kevalên nivîskî de liser sûr’ên Ûrûk’ê veşarî bûn.

Gilgamêş yekem lehengê wêjeyê ye, ew gotinên ku bi qasê 4.000 sal berê di wan kevalan de hatine nivîsandin roja îroyîn de jî bala zanyaran rakêşandiye. Ji demê têgihên rûmetdar; hevaltî, hezkirin, xîret, rûmet, serenc, serpêhatin û her weha tirsa ji mirinê, xwestina nemirîyê tev bi baldarî hatine bikaranîn.
Piştî ewqas ketin û rabûnan Gilgamêş jî wek her mirokan, rêya nemirîyê bi pêkanîna kar û barên mayînde de dibîne. Ji ber rewneqiya sûr, beden, bîrdar û pîrozgehên Ûrûk’ê jî wer xuyaye ku bêtir giringî daye şan û navdarîya bêdawî. Wekî din fêrbûna nirxên jiyanê û jiyandina van şayanan e. Di vê rêwîtiya xwe de bi qasê vedîtinên Gilgamêş, divê em jî fêr bin û şer bikin li hember bêhêvîtiya mirin û serfirazbûnan.

GİLGAMÊŞ – KİLGAMÊŞ

Welatîyê Zagrosî û Sumerî
Gelê Kardunî û Mezopotamî…
Raste jîya ye ew, li hundirê me,
Eve çanda me, lê ew e kalê me.

Dibên; Gilgamêş mîrekî navdar e,
Li wekî gamêşa mezin hêzdar e.
Kurd û Kilgamêş bi hevre jîya ye,
Ev çîrok, herî zêde yê Kurda ye.
                       (Metîn Kewê Dilxêrî)

Ez bixwe jî dibêjim Gilgamêşê leheng Kurd bû lê hûn?

12.12.2011

                                                                                                                Haydar GÜNDÜZ                                             
                                                                                                         

                            
                                                                                                   
                       

28 Kasım 2013 Perşembe

HOMEROSÊ KURD (II)



Ma Homeros jî ji İlyada re negotibû: ’’De bêje?’’ Di çanda Kurd de ’’dengbêj’’ tenê bi serê xwe ew kesên ku klam û stranan dibêjin nînin, aferîndêrên gotaranin jî; him diafirînin him jî dibêjin. Darizînerên deng û gotinanin. Bi taybetîyê xwe yê kurdewarî di cîhanê de yek mînakek ji wêjeya zargotinê ne. Di dîroka mirovahîyê de mohra xwe li formasyona civakî ango li feodalîte’yê xistine û rûmetek rêzdarane ji serdemê ne.

Dengbêjên kurd ên klasîk di heman demê de gotyarên dasîtananin jî. Ên ku van dasîtana gihandine roja îroyîn jî ewin. Ji vana Sîyabendê Silîvî, Kerr û Kulik, Memê Alan û her wekî din mînakên baldar in.

Her çiqas min digot bi dilovanîya Reso û Huseyno’yê Mûş’ê û Şakiro’yê Qereyazî’yê, kevneşopîya dengbêjîyê êdî qedyayîbejî, lê bi xebata belgewara li ser ’’Evdalê Zeynikê’’ derxist holê ku ev kevneşopî bi nûnerên xwe yên herî dawîn ve hîn jî rikane berxwedide. Bi hevnasîya Zahiro’yê Mûş’ê, Bekirê Îdir’ê (Bekirê Sor) û Evdilganîyê Qereyazî’yê ve ez bi xemgînî li xwe mikur hatim ku em hîn jî li rûmetên xwe xwedî dernakevin. Û ew jî ji me re mîna ku dibêjin; ev hewldana me hetanê wêjeya kurd bi nivîskî di çarçoveya fermîyetê de neyê pejirandin wê ji hêla me de bi rikane berdewam be!.

Di jîyana hemû neteweyan de wêjeya devkî piştî wêjeya nivîskî jî weyna xwe li civatê heye. Bi derketina nivîsê re tûrikê xwe hilnade û naçe, dîsa jî çand û rûmetên civatê bi van taybetîyên xwe ve xwe li ber jenerasyonên nû ve dikişîne û didomîne. Dema ku civak warê ragihandin, perwerde û hîndekariyê de pêşketî dibe hêdî, hêdî ji jîyana civatê dikişe û diqede. Kevneşopîya wêjeya devkî li hemberê teknolojîya ragihandinê lawaze, nikare xwe biparêze, lewre barkêşên dengbêjîya dawîn jî dîsa ji ber ku hejarin, bê debarin her yek koçberê metropolên rojava bûne. Zahiroyê Mûşê di sala 1950 de li bajarê Mûşê, gundê pîranê ku girêdayî navçeya Kopê ji dayîk bûye. Ev şanzdeh sale li Aydin’ê ye, jîyana wî bi dengbêjîya awazên Serhedîyan derbas dibe, bavê heft law û sê keçikane û bi qasê ku kesayetiya xwe bi rûmet bidomînin li ser nigê xwe ne. Evdilganîyê Qereyazîyê jî di 1955’an de li gundê Beyro ji dayîk bûye ew jî li ber bayê Stenbolê ketiye. Bekirê Îdirê 1945 an de li gundê Alûtê girêdayî bajarê Îdirê ji dayîk bûye. Hetanê niha jîyana wî li wir derbas bûye. Bi awazê Serhedîyan dengbêjîyek hêja bikar tîne. Bavê sê keçik û du gedane.

Bi hatina Bekirê Sor û ji Erîvan’ê Mîrê Bilûrê Apê Egît ’’Egîdê Cimo’’ ve Gundê Kosa di dîrokê de rastê bextewarîyek wek weha nehatibû. Sazbendê kurd ê yekem, xortê 76 salî bi mey fîq û bilûra xwe li pey dengbêjên eyan çi jin, çi mêr sekinîye û navê xwe li ser dergeha sazbendîya kurdî bi tîpên zêrîn nivîsandîye. Sazbendê profesyonel bi pênc amûrên mûsîkî ve hunera xwe bi cîh tîne û li gel dengbêjên navdar wek Şeroyê Biro, Karapetê Xaço, Sosika Simo, Efoyê Esed, Zadîna Şakir, Egîdê Tacîr, Aslîka Qadîr Mihimedê Mûsa, Kubara Xido û Gulîzera Etar re xebitîye. Li pêşîya koşka Fesîhê Mirad ku 40 sal berê Şakiroyê Bedîh têde kilam digot û min bixwe jî ji wan re xizmet dikir, 20’ê Hezîrana 2009 an de resîtala (şano) bi balaban û bilûra Egîdê Cimo, awazên şewat ê Zahiroyê Mûşê ve tedigo qey Şakiro li me temaşe dikir. Ji ber ku vê şadîyê bi me da jîyan kirin ez spasdarê Bulentim. 

Ji Zahiroyê Mûş’ê:

Birîna kalbûn, pîrbûnê gelek kûr e
Mirov ji şênahî û civata dûr e
Rêya ku here pê de çiqas rastbe,
Ji wî wetrê;
Çal e
Newal e
Sûr e.
Menzîla ku here tê de çiqas nêzîk be,
Ji wî re;
Gelek dûr e.
Ey xortê delalî
Tu wisa kêf bike alî, alî
Tu destê xwe nevêje wî kalî
Emrê te bibe bîst salî
Tuyê bizewicî bînî qîzek çarde salî.
Tuyê bibî malxêr, ewê bibe ber malê
Tu ew çax ji xortanya xwe re dinalî
Tu serê xwe didî her kendalî
Lê emrê dirêj li pêşîya te be
Tu jî rojek dikevî wî halî.
Emrê te bû sîh
Te defê spî di rûyê xwe de dî
Te ax kir ez bûme kî
Emr bû çil agir kete nava min
Dişewitîne ceger û dil
Dil tijî bûye derd û kul
Emr ji çil û pênca rawestî
Xortaniyê xatir ji kalbûnê xwestî.
Emr pêncî dibîne
Di çavan de ronî namîne
Nivîsa dûr negre
Nikare bixwîne
Nêzîk tîne            
Cot dibîne.
Emr bû pêncî û pênc salî
Her kes dizane tu êdî kalî
Tu maye bê dost û bê hevalî
Nexwazim jinik lê bimre
Dixine nava çar dîwara
Li rastê dizvirî dinalî
Li çepê dizvirî dinalî
Kesek derî lê venake
Napirse li halê vî kalî
Ax dike yarebî tu ruhê min bistînî
Min xelaskî ji vî halî.
Emr şêst tijî kir
Serî bûye mîna çîyayê Melatorî
Porê reş winda bû ser spî kir
Emr heftê dibîne êja guh kerr dibe, çav nabîne
Rebeno pirî titûn kişandîye halê wî tunîne
Êja bûka bêesl ji derî de tê dibê rebî ruhê te bistîne
Lawê wî jî dibîne qet xema wî nîne.
Emr bû heştê
Mebesta ku li pey bû negihîştê
Pêşîya kalbûnê hevraze
Newêre tasek av ji kesî bixwaze
Ku dixwaze lê dikin minet û naze.
Emrê pir mezin sed salî
Qey di vê malêde qet kar nekire vî kalî
Tuyê çi bikî ji emrê hezar salî.

Ji Apê Bekirê Îdirê (Bekirê Sor):

Heta çilî ez nezanbûm
Heta pêncî teze canbûm
Êja şêstî çima ez kalbûm
Ez heta heftê stûxahrbûm
Heta heştê tar û mar bûm
Heta nodî bê heval bûm
Hey dinyayê hey dewranê
Her çi me dîtin hemû kanê
Her çi çûne êdî naynê

Gelek gunda de dibêjin em sofî ne
Karê wana hemû nerindî ne
Temenê wana heftê, heştê dîtine
Şewla çavê wan kêm bûne
Qidûmê çokê wan şikestîne
Eva dinya derewîne
Evana jinûve poşman bûne
Felek tu kesî re heta serî nadomîne
Hey dinyayê hey dewranê
Ê me dîtin hemû kanê
Her çi çûne êdî naynê

Eva dinya çiqas zor e
Însanên niha gelek kor e
Felek tê yekî dibe dor bi dor e
Evê vî kilamê dibêje
Ew dengbêj Bekirê Sor e.

Ji Evdilganîyê Qereyazîyê:

Gulê dêranê
Ez digerim li Kurdistanê
Xem, xewn û xeyalê min her tim Kerkûk e
Rêva çûm kewa min a gozel tu dibê qey melek e
Bila kula xwedê têkeve mala fesad û şeytanê mal di gund de
Nehîştin kewa gozel li kêleka min rûnê mijûl be û têr qiseke.
05.07.2009
                                                                                              Haydar GÜNDÜZ