Ferman fermana Ermenan e; divê tev bên qirkirin!... Ji vê
jenosîdê du çîrok mejûyê min de tim û tim hatiye rêş kirin: Yek ‘’Şkefta Êxo’’ li
çîyayê elemdaxa Qereyazî’yê, du ‘’Gamêşê Bizirkirî’’ ev karesat jî li gundek
Tatosa Erziromê qewimî ne. Ez hindek liser bûyera ‘’Gamêşê Bizirkirî’’ de çûm spekulatîfî
ye, ti mantiq tê de nîne! Lê ez dixwazim ji van karesatan bi kurtayî bûyera
‘’Êxo’’ bi we re parvekim:
Êxo bixwe zarokek Ermen deh-donzde salî ye. Ermenên ji
qetlîamê difilitin direvin. Lê Êxo jiber ku bêkes û neçar e xwe dispêre malbata
Silêman (Dedê). Dedê jî gundîyek Kurd ji gundê qûntara çîyayê Elemdaxê ye serî
de vê xwesipartinê diecibîne.
Piştî demek şûn de fermanên Dewleta Osmanî liser fermana ne.
‘’Li kuderê Ermen bê dîtin ew kesên ku wan spartibe jî tev de wê bêne
şewitandin.’’
Dedê jiber fermanên liser fermana bêtir di nav tirs û fikaran
de ye. Divê Êxo ji holê bê rakirin! Welhasil ji bo tune kirina Êxo bibîryar e. Û
bi hêncetek Êxo ji gund derdixe. Dema ku tên ber devê şkeftek, Êxo sehî dike ku
ewê wî bikuje, li Dedo vedigere û dibêje:
Dedê ez dizanim tûyê min bikuji!
…
Destûr bide ez du rikat nimêj bikim paşê min bikuje!
Êxo hîn liser nimêjê ye bi derbek gulle tê kuştin. Ew du
rikat nimêj jî wî xelas nake.
Liser kuştina Êxo 96 sal derbas bû hîn jî ew şkeft binavê ‘’Şikefta Êxo’’ tê
binavkirin. Min vê çîrokê ji wê herêmê ew kesê ku hestiyê Êxo di şkeftê de
dîtiye guhdarî kir û hîn jî li jiyanê ye.
Dema Osmanîyan de ew kesên ne misilmanin bi maneyek kêmanî
de dihatin dîtin û ji wana re ‘’fileh’’ digotin. Wek Asûrî û Suryanîyan, Ermen jî
Fileh bûn. Hûn jî baş dizanin çawa ku demê de bi piranî Kurd û Tirk misilmanin
ew jî hristiyan bûn. Lê jiber cûdabûna baweriyan di nav misilmantîya Kurd de hristiyantî,
meyanen bi navê filehtî dihate hejmtin. Kurd, Ermen, Asûrî û Suryanî; her çiqas
di warê nasname û baweriyande jihev cûdabin jî lê çarçoveya xweşbînî de ji heq
û hiqûqên hev re rêzdar bûn. Di dorhêla pirçanditî, çarenûsek hevpar de bihevre
girêdayî dijîyan û cîranê hev bûn. Da ku ketin ber pêlê ferasetên roma reş,
ferasetên frofaş. Ji van gelan ji bilî kul û keseran ti tiştek nema, ê ku li
gelê Kurd rewa hatine dîtin jî tim û tim xapandin e!
Alavere, dalavere Kurd Memed nobete…
Hatine xapandin bi gef û xofan karê kirêt de hatine
bikaranîn!...
Jiber kiryarên demê qêrînên Ermenan jî pere nekir.
Kurmancno; baweriya xwe bi Dewleta Romê neynin, ya li serê
me sibe li serê we ye!
Ma piştî avakirina Komarê bi devê wezîrên xwe ve lixwe mikur
nehatibûn…
Me ‘la’ya têkbir dor dora ‘lo’yan e!
Sîyaset û polîtîkayên ku liser gelê Kurd tê meşandin ji bilî
ferman ne ti tiştek e. Erkên xwe guhertine, îro dîsa wek duh. Niha jî dixwazin
liser navê misilmantîyê me îsleh bikin!
Çima em ne misilman in?!
Her rê ceribandin lê ‘lo’ neqedyan, lê çima bibin xwedîyê
statûyan, xwedîyê ziman û nasnameyan! Îro jî liser navê misilmantî Dewlet-AKP
dîsa agir dibarîne. Dîsa kişand şûrê xwe Parsû Qalind! De lêxin ‘lo’yan jî
biqedînin, îmana xwe xelas bikin.
‘’Filehê bi rûyekî ji
Misilmanê durûyî çêtir e’’
20.08.2011
Haydar GÜNDÜZ
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder